شبكة لالش الاعلامية

Hevjîna Talabanî ‘Xelata Mesîhiyên Cîhanê’ wergirt

Hevjîna Talabanî ‘Xelata Mesîhiyên Cîhanê’ wergirt

Rûdaw

Rûdaw

Hevjîna Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Telebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed “Xelata Mesîhiyên Cîhanê” wergirt.

 

Ji bo xelatdayînê li Dêra Mar Yûsufê ya Silêmaniyê marsîmek hate lidarxistin û  gelek zanayên misilman û herwiha mesîhî jî tevlî bûn.

 

Di merasîmê de Nûnerê Vatîkanê “Xelata Mesîhiyên Cîhanê” ya vê salê da Hêro Îbrahîm Ehmed.

 

Nûnerê Vatîkanê di dema merasîmê de got: “Ji ber xebat û alîkariyên wê yên bo zarokan, rêzgirtina wê ya bo mafên mirov û jinan, ji ber hewldanên wê yên bihevre jiyanê, xebatên wê yên alîkariyê ya ji bo penaberan û ji ber pêngavên wê yên ji bo diyaloga olan, îsal em ê “Xelata Mesîhiyên Cîhanê” bidin Hêro Îbrahîm Ehmed.”

 

Hêjayî gotinê ye, ku ev xelat 20 sal in tê pêşkeşkirin. Lê ev cara yekemîn e ku xelet digihe destê jinekê, ku ew jî Hêro Îbrahîm Ehmed e

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çendîn pêşnîyar derbareyî lêgeryana girtîyên Êzidî û parastina gorên bikom hatine dan

Lalish Duhok

Bi amadebûna hezaran kesan cenazeya berêz Şêx Şamo bi xak hat spardin.

Lalish Duhok

Amerîka êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dike

Lalish Duhok