شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: Lêkolînên mezin bo nasandina jenosoid ê hatine kirin

Şêx Şamo: Lêkolînên mezin bo nasandina jenosoid ê hatine kirin

 BasNews

Serokê desteya bilind a bingehê Laleşê ya rewşenbîrî û civakî li Duhokê diyar kir, bingehê Laleşê lêkolînên pir mezin hatine kirin bo xurtkirina peyvendiyan li gel sazî û konsolxaneyên welatên biyanî, ku fişarek bê ava kirin li ser wan û karesata Şingalê nasbikin û wek jenosoid bê pênase kirin, lê mixabin heta naha Bexdayê çi tiştek nekiriye.

Serokê desteya bilind a bingehê Laleşê yê rewşenbîrî û civakî li Duhokê Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand, hin hikûmeta Iraqê ti pêngavek bo dosyeya jenosoidê ne avêtiye. Em berdewam kar dikin ji bo dewletên cîhanê fişarekê li ser Bexdayê ava bikin, ku bibe endamê dadgeha navnetewî ya Laheyê. Bi birêvebirina dosyaya karesata Şingalê, bingehê Laleş gelek belge û document ji dosyaya karesata Şingalê re komkirine. Em berdewam êşên êzdiyan digehînin sazî û rêxistinên navnetewî ku alîkariyan pêşkeş bikin li ser koçberan û hemahengî li gel rêxistinên cuda pêşdixin bo piştevaniya wan û dosyeya xwandevanên êzdî û hemû çalakiyên rewşenbîrî û civakî bi taybetî em di peyvendiyan de ne.’’

Herwaha got: ‘’Di sala borî de bingehê Laleş xizmetek baş pêkaniye. Em berdewam dê xizmeta dosyaya gelê xwe bikin, vê sala bê jî lêkolîn û çalakiyên bingeha Laleş dê xurttir bikin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

bi piştevanya şêx şamo qaremanyeka tepapê‌ li nawçedarîya baedryê‌ bi rêveçû

Lalish Duhok

Amadekarî, zahmetî, nêrîn û berhevkirinên naveroka pirtûka „gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin“

Lalish Duhok

Berpirsê UNESCO: Em giringiyê didin perwerde û parastina şûnwar û kelepûra Herêma Kurdistanê

Lalish Duhok