شبكة لالش الاعلامية

Sazeya destpêşxerya Nadîa bi pişkdarya çend sazeyên nêv dewletî berê biniyatê bo nesba bîreweryên qurbanyên karesata Êzidiyan li Şingalê danan

Sazeya Destpêşxerya Nadîa bi pişkdarya çend sazeyên nêv dewletî berê biniyatê bo nesba bîreweryên qurbanyên karesata Êzidiyan li Şingalê danan

Destpêşxeriya Nadiya, Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya li Iraqê û Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USAID) ji bo belgekirina qirkirinê li navceya Solax dest bi avakirina bîrdariyê(berê biniyatê) kirin.

Di sala 2021’an de Sazeya Destpêşxerya Nadiya bi hevkariya civak û endezyarên  Êzdiyan dest bi danana goristan û bîrdariyê kir.

Rêvebirê proje û rêxistinê Nadia Murad got: “Pir girîng e ku cîhek ji bo me hemûyan hebe ku em ji ber tiştên ku Êzidiyan rastî wan hatiye kirin, xemgîn bibin, û ev bîrdarî jibo wan nexweşyên civaka me  kişandiye wê têda werin nîşan dan .”

Ev proje yekemîn proje ye ku li Şengalê bîrdarîyek bi vê mezinahî û berferehiyê tê çêkirin, bi armanca parastin û rêzgirtina bîranîna Êzidiyên Şengalê, û bibe cîhek ji bo bîranîna civaka Êzidî.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de Êzidiyan rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser navçeya Şengalê hatin û di encamê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran kes jî koçber bûn û zêdetirî 6 hezar jin (keç û jinên zewicî) kirin kole.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hijmareke dî ji Kurdên Êzdî hatine rizgarkirin ji destê‌ tîrorstên Da’ş

Lalish Duhok

Bavê alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî: Celadet Alî Bedirxan

Lalish Duhok

Xurtê Êzidî Keçka Êzidî ji xwere xwest u wê jîyana hevjîniyê pêkbînin

Lalish Duhok