شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo:heluystê‌ Yekgirtuya Îslamya Kurdistanê li Dihokê beramber karesata Şingalê nayê ji bîrkirin

Şêx Şamo:heluystê‌ Yekgirtuya Îslamya Kurdistanê li Dihokê beramber karesata Şingalê nayê ji bîrkirin

Tora laliş ya ragehandinê‌

bi merema pîrozkirina (23) salya damezrandina Yekgrtuya Îslamî ya kurdstanê li rêkeftî 9/2/2017ê‌،berêz”Şêx Şamo”serokê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş li Dihokê‌ digel endamên desteya bilnd seredana melbendê‌ sê‌‌yê‌‌ Yekgrtuya Îslamî Kurdistan li Dihokê‌‌ da، ji layê‌‌”Dr. Mihemed Mistefa”berpirsê‌‌ melbendî û endam û kadrên melbendî bi germî pêşwazî lê‌ hate kirin.

di peyvekê‌ da berêz”şêx şamo”dyarkir:” Bi merema pîrozkirina (23) salya damezrandina Yekgrtuya Îslamî Kurdstanê me pîrozbahyên bingehê‌ laliş arastey vê‌ parta Kurdstanî kirin û heluystên Yekgrtû beramber karesata Şingalê‌ anî ziman û got:di rojên tengavyan da Yekgrtû û cemawerê‌ wê‌ li devera Dihokê ji alyê‌ xwe ve texsîrî nekirin bo xizmetkirina xelkê‌ me yê‌ lêqewmyayî û harîkaryên mirovî pêşkêşkirin,ev yek jî me handidet ptir peywendyên me xortr lê‌ bên bo pêkve karkirin bo xizmetkirina pêkvejyan û pêşêxstina van peywendîyan”.

jibal xwe ve،”Dr. Mihemed Mistefa “berpirsê‌‌ melbendê‌ sê‌‌yê‌‌ Yekgrtuya Îslamî Kurdstan bi germî bi xêrhatna şandê‌ bingehê‌ laliş kir û dyarkir weku êkgrtû çû caran berê‌ xo nedaye reng û bîr û bawerê mirova , belê‌ beruvajî vê‌ yekê‌ wek mirov berê‌ xo daye her kesekî û me bi erkê‌ xo yê mrovayetî zanî li wan rojên tengavyan da cemawerê‌ xo han bideyn û herîkarya xelkê lêqewmyayî biken, dîsan dûpat li yek rêzya nav mala Kurdstanî û part û layenên syasî û olî kir ijbo parastina vê‌ ezmuna li Kurdstanê heyî û rêgrî kirin li metrsya li ser kurdstanê hey ji alyê dujminan ve‌, heta ku Kurdstan serferaz û ji van dûjminan rizgarbe”.

herwesa berprsê‌‌ melbendê‌ navhatî daxwaza ptewkirina peywendîyan di navbera êzidyan û Yekgrtuya Îslamî Kurdstan da kir ku pitir li hev nêzîk bûn ligel bingehê‌ laliş û sazyên êzidyan hebt.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî bi şanda Kongresa Amerîkayê ya bi serokatiya Graham re civiya

Lalish Duhok

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive

Lalish Duhok

Naveroka axaftinên serokê Herêma Kurdistanê yên merasîma Şingalê de!

Lalish Duhok