شبكة لالش الاعلامية

Nûnerê Barzanî serdana konê sersaxiya hevjîna Newşêrwan Mistefa

Nûnerê Barzanî serdana konê sersaxiya hevjîna Newşêrwan Mistefa

Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi nûneratiya Serokê Serok Barzanî serdana konê sersaxiyê yê Hevjîna Sekreterê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa kir.

Serokê Encûmena Serkirdayetiya PDKê li bajarê Silêmanî û Helebce Edhem Barzanî û hejmarek ji endamên wê encûmenê serdana konê sersaxiyê yê Şûle Elî Seîd ku hevjîna Sekreterê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa ye, kirin.

Edhem Barzanî ragihand, ew wek nûnerê Serokê Barzanî serdana konê sersaxiyê kirin.

Duh jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya hevjîna Newşêrwan Mistefa, sersaxiya Newşêrwan Mistefa û malbata wî kir.

Hevjîna Sekreterê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa, Şûle Elî Seîd duh li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Di 101 Saliya Komkujiya Ermeniyan de, Nimûneyek ji Pêwemdiyên Ermeniyên Bişêriyê û Axayê Eşîra Rema, Emînê Perîxanê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pêşhatên li Kurdistanê ligel Şah û Şahjina Belcîkayê gotûbêj dike

Lalish Duhok

80 koçberên Kurdên Êzidî yên li ser sînorê Tirkiye-Yunanistanê asê mabûn hatin rizgarkirin

Lalish Duhok