HEWLÊR – Encamên yekemîn roja pêşbaziya hespsuwariyê
Rûdaw
Di dîroka Kurdistanê de yekemîn car pêşbaziyeke navdewletî yê hespsuwariyê li Hewlêrê di bi navê Pêşbaziya Hespsuwariya Newroz a Navdewletî birêve çû. Pêşbazî bi sposoriya medyayî ya Tora medyaya Rûdawê hate sazkirin û di yekemîn roja pêşbirkê de suwaran rikberiyeke bihêz pêşkeş kirin.
Pêşbaziya Hespsuwariya Newroz a Navdewletî ya Hewlêrê raste rast bi serpereştiya navbijiwaniya navdewletî birêve diçe û hemû kesên serpereştiya rikberiyan dikin ji aliyê Federasyona Navdewletî ua Hespsuwarî ya Cihanê ve bawerpêkirî ne.
Encamên pêşbirkan jî bi zindî li ser malperê vê federasyonê tê weşandin.
Di roja yekemîn de, di bazdana 100 santîmetrî de suwarê urdinî Haşim Zixlûl pileya yekemîn biddestxist. Nadiya Nazimê kanadî duyemîn û Kolonya fransî jî pileya sêyemîn bir.
Di rikberiyên bazdana biser 110 santîmetrî de jî di navbera suwaran de pêşbirkek bihêz hebû. Suwarê iraqî Mixtar hemîd bû yekemîn û duyemîn, herwiha Xîda Elerşedî jî bû sêyemîn.
Di rikberiya sêyam a bazdana biser 120 santîmetirî de jî suwarên Kurdistan û ıraqê astekî bilind pêşkeşkir û pleyên pêşiyê birin.
Mizîle Elşîbanî ya iraqî bû yekemîn û suwara Kurdistanî Esra Erşed jî pileya duyemîn bidestxist.
Suwarên kurd bi Ala Kurdistanê beşdarê pêşbirkan bûn.
Îro duyemîn û roja dawîn a Pêşbaziya Hespsuwariya Newroz a Navdewletî ya Hewlêrê ye.
Di pêşbaziyê de 3 curên hespên Erebî, Brîtanî û Almanî û hespsuwarên ji 10 welatên cîhanê beşdar bûne.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî