شبكة لالش الاعلامية

Serxweşîya Riataza û FNDK bo kirasguhastina Şêx Şamo

Serxweşîya Riataza û FNDK bo kirasguhastina Şêx Şamo

Desteya Rêvebir ya Redaksyona malpera Riataza û Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) bi dilekî kovan serxweşîyê dide malbeta Şêx Şamo, tevaya Êzdîxanê, gelê Kurdistanê bona wefata karmend û sîyasetmedarê kurdayî binavûdeng. 

Em herwiha serxweşîyê didine serokatî û hukumeta Herêma Kurdistanê, kesên ber dilê rehmetlêbûyî ezîz. Şêx Şamo ewledê gelê xweyî layîq bû, bi dehan salan xizmetî gelê xwe û welatê xwe kir. Mirina birêz Şêx Şamo windayîyeke mezin e. Bira Xwedê ruhê wî şad bike, cîyê wî buhuşta rengîn be. Rehme li ruhê wî be.

Şêwirmendê serokwezîrê Kurdistanê alîyê pirsên êzdîyan da sê heftê piştî nexweşîya koronavîrûsê roja sêşemê, 18.01.2022 li nexweşxaneyeke Enqerê serê xwe danî ax û berên sar.

Şêx Şamoyê Nemo serokê Navenda Rewşenbîrî ya Lalişê bû, endamê xula dawî ya Parlamentoya Kurdistanê bû. Ew piştovanê Êzdîxana Kurdistana Başûr bû, bi her pirsgirêkên êzdîyan va mijûl dibû û çareser dikir.

Riataza

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçeke Kurd li Îslandê bû parlamentera herî genc

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî daxwaza darizandina tawanbaran dikin

Lalish Duhok

Termê Mîr Tehsîn Beg li Şêxanê spartin axê

Lalish Duhok