شبكة لالش الاعلامية

Li Qamişlo pîrozbahiyên Newrozê bi coş bûn

Li Qamişlo pîrozbahiyên Newrozê bi coş bûn

Rûdaw

Tevî biryara qedexekirina ahengên bê destûr, li bajarê Qamişlo partiyên ser bi ENKSê bi awayekî girseyî û bi beşdariya koma Narîn, Newroz pîroz kir.

Li rohilatê Qamişlo bi serperiştiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S), Cejna Newrozê bi beşdariya Koma Narîn a dîlan û stranên kurdî û bi amadebûna hejmareke mezin ji xelkê deverê, hate pîrozkirin.

Ev aheng di demekê de ye, ku Fermandariya Asayişê li Rojavayê Kurdistanê biryar dabû, ku nabe tu çalakî û aheng bê standina destûrê bêne sazkirin.

Serkirdeya PDK-Sê Nafia Ebdullah dibêje ku tevî ofîsên wan hatin girtin û şewitandin, ahengên Newrozê hatin qedexekirin lê ew her dê cejna Newrozê vejînin û di kar û xebata xwede bedewam bin.

Endamekî Koma narîn ku ji sala 1981an ve hatiye damezrandin, dibêje ew rastî gelek astangiyan tên lê tevî vê yekê ew ê di bi berdewamî dîlan û stranên xwe di her cejneke Newrozê de pêşkeş bikin.

Zarok jin û mêr bi sedan kesan berê xwe dan cihê ahenga Newrozê. Jin û keçên başdar tekez kirin ku ew dixwazin gelê kurd li hemberî dijminan yekdest be.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dîroka mêrxasekî êzdîyan ya salên 30î ya sedsala 19-an ŞÊX MÎRZEYÊ ANQOSÎYAN

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê ti carî rê nade Iraq vegere serdema dîktatoriyê

Lalish Duhok

Naveroka civîna îro ya Encûmena Wezîran hat aşkerekirin

Lalish Duhok