شبكة لالش الاعلامية

Dîroka mêrxasekî êzdîyan ya salên 30î ya sedsala 19-an ŞÊX MÎRZEYÊ ANQOSÎYAN

Dîroka mêrxasekî êzdîyan ya salên 30î ya sedsala 19-an ŞÊX MÎRZEYÊ ANQOSÎYAN

Temaşevanên delal, di vîdêoweşana Ria taza ya 17 nîsanê de emê we re derheqa dîroka mêrxasekî êzdîyên ji deşta Bişêrîyê, Şêx Mîrzeyê Anqosîyan – efsaneyê êzdîyan, sîmbola mêranîyê, bêqelpîyê û parastvanê bawerîya êzdîyatiyê, derheqa şerê bi serokatiya Şêx Mîrze dijî Welîyê Diyarbekirê Reşît Paşa biaxivin.

Di nav Kurdên êzdî da eva nava navekî pir belavbûyî, hizkirî û pîroz e. Tu êl-eşîreke Êzdîyan tune, ku navê Şêx Mîrze nizanibe û stiranên derheqa wî da neyên gotin. Lê çiqas jî ew navekî hizkirî û belavbûyî ye, payê civaka Êzdîyan ya pirê derheqa şexsîyeta Şêx Mîrze, jîyana wî û bûyerên dîrokî yên dora qetlîyama êla wî da qewimî kêm dizanin.

Piranîya wan bûyer û fermanan bi serê êzdîyan hatine, bi gotin û stranên dengbêjan di nava gel de hatine xwey kirin. Lê gelek serpêhatiyên êzdîyan hene, ku hê jî tu kes nizane, ku ev bûyer ji bo çi qewimîne, sedemên van bûyeran çi bûne, gelek caran ev bi şaşî yan jî qet ne hatine diyar kirin û şirovekirin. Êzidî li şûna ku dîroka xwe bixwe binivîsin û bingehên cihana xwe eşkere bikin, her tim jibo man û nemanê şer dikirin.

Bi hezaran tiştên me yên baş rîspî û dengbêjên me xwe re birine bin axa sar. Bê guman di hin çend helbest, destan û çîrokên êzdîyan de bîranîna gelek lehengên ku di bin navê rizgarkirina gelê xwe da canê xwe dane, hê jî zindî ye. Di bernameyê da ezê du vêrsyonên dîroka Şex Mîrzeyê Anqosîyan we re parve bikim.

Mêvan:

1.Nivîskar, helbestvan û zanyarê kurd yê bi nav û deng Eskerê Boyîk.

2.Dengbêja Êzdîxana Tbîlîsîya Gurcistanê xanima Şîrina Eyîb Anqosî.

Pêşkêşvan: Bêlla Stûrkî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî pêkanîna du lîwayên hevbeş gotûbêj kirin

Lalish Duhok

Qaymeqamê Şingalê yê tayînkirî dest ji kar kişand

Lalish Duhok

PDK li Nînowayê bû duyem

Lalish Duhok