شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê 31 gorên komî hatine dîtin

Li Şingalê 31 gorên komî hatine dîtin

Rûdaw

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand, li devera Şingalê 31 gorên komî ku kurdên êzidî hatine binaxkirin hatine dîtin û wisa tê pêşbînîkirin ku 50 gorên komî yên din jî hene.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand, ji dema ku Şingal ji aliyê Pêşmerge ve hatiye rizgarkirin heta niha 31 gorên komî ku têde termên kurdên êzidî hene, hatine dîtin.

Mehma Xelîl diyar kir: “Li gor amaran, di gorên ku heta niha hatine dîtin de termên 1646 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin hene.”

Herwiha Qaymeqamê Şingalê got: “Em wisa pêşbînî dikin ku 50 gorên komî yên din jî hene ku heta niha nehatine dîtin. Tîmên lêgerînê, xebatên xwe didomînin.”

Di Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şingalê kiribû û bi sedan kurdên êzidî kuştibûn û herwiha bi hezaran kesan jî revandibû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PKK dixwaze Şingalê bike Qendîlek din

Lalish Duhok

Parlementereka êzîdî: Komên çekdar li Şingalê hêzên xwe sê qatan zêde kirine

Lalish Duhok

Heyder Şeşo partiyekê nû ava dike

Lalish Duhok