شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş: rapirsya kurdistanê bo serxwebûnê ..pêngaveke azaye û gelek mayne çaverê

Bingehê Laliş: rapirsya kurdistanê bo serxwebûnê ..pêngaveke azaye û gelek mayne çaverê

Piştî dehên salan qurbanyên giran, ewên gelê mey kurdistanê pêşkêşkrî ku pênûs nikarî derbrînê ji wê ziyan û zererê bike li ser tevaya astêt mirovayetî û abûrî û jîngehê , jinavbrna bi hezara gunda û rakirna xelkê wan , tawanên enfala û lêdana wan bi gaza jehrawî , nêzîk bûye roja azadyê bihelît li ser erdê Kurdistanê daku gelê Kurdistanê bibne serwerê axa xwe ya dîrokî bê hîç deselat û dagêrkirnekê jiblî Kurda .

Bi grngîdaneka mezin me dîvçûn kirye û dîvçûna pêngavên serkrdayetya herêma Kurdistanê dikeyn beref raprsîna mllî bo mafê çarenvîsê Kurdistanê , hevrkîya kawdanên navxoy yên herêmayetî yên aloz û rêveçûn beref keş û hewayekî azad sereray hemî astengan , em baş hest dikeyn ku ew pekkeft û astenk nakevne beramberî vyana wî gelê têhnyê azadyê û qurtalbûyê bin destyê , nexşê awatên rewa hate kêşan bi ronahya roja bîst û pêncî (25) eîlula dahatî wek jivanê encamdana rapirsya serxwebûna çaverêkrî ya bi dehan salan ji zulm û stemkaryê û jiêstandina viyanê bi ne heqî .

Ew  çenda û raya me zêdekrî jibo piştevanya vê pêngava aza ya ku em gelek mayne li çaverêya wê .ewa ku hemî Kurên gelê Kurdistanê ber vê raprsyê ketî , dinav wande xelkê meyê Kurdê êzdî li deverên wan yên germ û brîndar , ewên pitrya wan hatîne azadkirn bi xûn û qurbanîdana pêşmergeyên qehreman , em li vêderê dûpat dikeyn ku Bingehê Laliş bi tevaya kadrên xweve dê hemî şyanên xwe dene karî bo pştevanya vê pêngava pîroz û dengdan bi “Belê” bo serxwebûnê û “Belê” jibo bi dest ve înana mafê çarenvîs û “Belê” jibo avakirna welatê Kurdistanê daku gelê wî şad bibe bi bayê azadyê wek gelên din .

Em dibînin pêvajoya serxwebûna gelê Kurdistanê pêdvîye bilnd bibe li ser hemî nakokyên partayetî û syasî dinavbera kurên yek welatî , û ev nakokyên he rewşeka saxlem û rasteqîneye diçarçovê dîmukrasyê da , em bi hîvîne raprsya bi desteveînana mafê çarenvîs delîvek be bo dûbare avakirna mala Kurdistanî ,çûnke azadya gelê me û serxwebûna wî li ser hemî wan nakokyaye yên ku çareserya wan hey bi rêkên diyalokên kûr dinavbera serkrdayetya Kurdistanê û partên Kurdistanî, bi hîç rengekî nabît sivkatî bi mafên gelê Kurdistanê bêtekirin û bazrganî pê bêtekirin li bin hêceta nakokyên syasî , jiberku mafên gelê KurdIstanê bilndtir û pitre û bi rûmet tire ji her nakokyeka derfeta çareserya wî hey , eu mafeke nabît hîç layenk muzaydê li serbiket .

bê hîç gumanek ku rapirsya mafê çarenvîsê gelê KurdIstanê , ew rêzgirtne jibo gyanên sedan hezaran cangoryên gelê meyê Kurdistanê , her dîsan ew rêzgirtne jibo gyanên qurbanyên Kurdên Êzdî li pêvajoya bizava azadîxwaza Kurdistanê , çûnke Êzdî weku hêla êkê bûn bi dirêjahya xebata bizavên azadîxwaza Kurdistanê bi hukmê cugrafya wan ya bernyas bo hemyan , gundên wan bibûn wek berbestan û hêlên berevanyê yên êkê jibo bergryê ji Kurdistanê , zêdebarî ku wê destê harîkaryê û piştevanyê pêşkêşî pêşmergeyên qehreman dikir jiblî hemî rêkarên tund ji layê rjîmên îraqê yên şufênî yên pêşû .

Pêdvîye lI ser me Êzdyan em li astê qurbanîdana xwe bin yên bi drêjahya pêvajoya bizava azadîxwaza Kurdistanî , û em xwe dûrbikin ji tevlîhevkirina babetan li van demên çarenvîsaz , ku derfet nîne jibo şaşyan , li pêşya me dû rêk hene , Kurdistan yan Erebistan pirs ye çarenvîssaze û yek laykere ne tenha grêday rewşa meye nihoye belku grêday berebabên dahatîye , û li ser me fere em çarenvîsê xwe û xedra li tebaxa 2014 li me hatî kirin tevlîhev nekin ewa heta îro jî em jiber dinalîn .

Û ji hejî amajekirnê ye ku serok Mesod Barzanî li çendîn civînan dûpatkrye ku bryara Êzdyan di destê wande ye û ew dê bryarê li ser çarenvîsê xwe din , û eveye roja dyarkirna çarenvîsê me ku biryar bi destê meye ne di destê çi layenên dîtr daye , û pirs ewe ku pêdvîye bi aqlmendî serederî li gel bêtekirin ne bi xweşkirnên çarçovekrî û arastekirnên siyasî yan partayetî digel vî layenî û layenê dîtr , cih nîne bo xweşkirinê divan rewşên êk laykerda kêşana nexşê herêmayetî dê dûbareket herwesa dê Êzdyan jî kete beramber helbjardeyekê dîrokî li terxankirin û bilndkirina jêyatya erdê bab û bapîran yan veqetyan jê heta hetay bi sedemên dildarî yên ku neguncay digel qebarê hevrkyên niho hey .

Desteya bilnda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî /Duhok
8\6\2017

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê dest ji mafên xwe bernade

Lalish Duhok

Kodetaya Tirkîyê bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 1.5 bilind kir

Lalish Duhok

Şêx Şamo seredana kempîneya laliş ya rewşenbîry ya duyê dike

Lalish Duhok