شبكة لالش الاعلامية

Nivêsîngeha Laliş li Mehetê hejmareka kesayetyên olî xelat dike

Nivêsîngeha Laliş li Mehetê hejmareka kesayetyên olî xelat dike

Tora Laliş ya mediyayî:
Hêvarîya îro 10î çirya yekê ya sala 2023ê, Nivêsîngeha Laliş li Mehetê rêz li hejmareka kesayetyên olî girt û xelatkirin.

Divê çalakyê da ku bi amadebûna jimareka mamosta û dost û hevalan, Nivêsîngeha Laliş li Mehetê rêz li hersê kesayetyên eaynî li komelgeha Mehetê “Pîr Xelat Elyas , “ Cihwer Mişme” û “Reşîd Asî” digel pîr “Emîn Elyas “girt.

Herwesa “Mehdî Hesen” berpirsê Nivêsîngeha Laliş li Mehetê peyvek pêşkêşkir û têda bi dirêjahî behsê rolê mamostayên eaynî kir nexasme van her sê kesa rolekê berz dinava civakê êzdyan da di bînin li hemû helkeftên eaynî û civakî û kêşên komelayetî û bi taybet li behya.

Ji alyê xwe ve amadebûyan dest xweşî li hevalên Nivîsîngeha Laliş kir jibo vê rêzgrtina kesayetyên olî li deverê.

 

 

CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pêşmergeyê ku ji aliyê PKKê ve hatibû girtin hat azadkirin

Lalish Duhok

Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne!

Lalish Duhok

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya sala nû ya koçî

Lalish Duhok