شبكة لالش الاعلامية

8 gundên êzdiyan li Rojavayê Kurdistanê hatine vala kirin!

8 gundên êzdiyan li Rojavayê Kurdistanê hatine vala kirin!

BasNews – Li gor zanyariyên hatine ragehandin, ji ber egera êrîşên Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê, 8 gundên kurdên êzdî li Rojavayê Kurdistanê hatine vala kirin.

Li gor zanyariyên çapemeniya kurd li Rojavayê Kurdistanê, di heyama wan sê rojên borî de 8 gundên kurdên êzdî ji ber êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatine vala kirin û hemû xelkê wan gundan bo bajarê Hesekê koçber bûne.

Herwaha hat aşkera kirin, ku ew gundên kurd ên êzdî ser sînorê Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê ne û navê wan gundan waha ye: Sekriye, Til Benat, Eluk, Taxa Pîşesazî û Derdara û herwaha li Tirbespiyê jî gundê Til Xatûn û du gundên din jî li Serê Kaniyê ne.

Li gor agahiyên hatin belav kirin, rewşa wan kurdên êzdî ku koçber bûne naha xirabe û pêwîstiya wan bi alîkarî û çavdêriyê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Viyan Dexîl: Ji ber pevçûnên li Şingalê 4 hezar sivîl koçber bûne

Lalish Duhok

Biden û Kazimî li Erebistanê civiyan

Lalish Duhok

Li navçeya Şarya 31 nexoşên hestî hatine çareserkirin

Lalish Duhok