شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş: Pîrozbahî bi helkefta Cejna Remezana Pîroz

Bingehê Laliş: Pîrozbahî bi helkefta Cejna Remezana Pîroz

Daxwazî bo hêzên siyasî û gelê kurdstanê jibo harîkarî û berhevyê jibo biryara çarenvîs bi helkefta hatina cejna remezana pîroz ciwantrîn û germtrîn pîrozbahyan pêşkêşî Cîhana Îslamî bi giştî dikeyn û gelê kurdstanê bi taybetî bo hemî hejêker û xêrxwaz û aştîxwazên li cîhanê.

Bi vê helkefta pîroz ,omêdewarîn aramî û geşepêdan li Kurdstanê berqirar bibît û hemî layek karbiket jibo binbrkirna hizrên xirabkar û ewên dibne egerê wêrankirnê û jinavbrnê û jêkvekirna komelgehan ,ku take rêka baştir bo hemyan jibo şadbûn bi aramîyê û tenahyê da, ew jî li çarçovê piştevanya binemayên pêkvejyan û lêborîna olî û neteweyî dinavbera pêkhateyên olî û neteweyî.

Herwesa amajê di dene qonaxa çarenvîsaz û êklayker û ewa çaverêy gelê Kurdstanê li hefteyên dahatî da , ewa grêdayî raprsîyê ji pêxemetî bryardana çarenvîsî , ew jî mafekê siruştî û girntî li dîv peymanname û belgenamey nêv dewletî , û li ser vê çendê daxwazê ji tevaya hêzên siyasî yên kurdistanê dkeyn û gelê kurdistanê yê xoragr dkeyn bo harîkarîkrn û hevgrtnê jbo serêxstna şehyana cemawerî ya çaverêkrî l ۲٥ îlula dahatî , rêzgrtin bo giyanê bi sedan hizarên şehîdên gelê meyê Kurdistanê ji pêşmerge û sivîlan yên giyanê xwe pêşkêşkrîn û krîne qurbanî bi drêjahya pêvejûya bizava azadîxwaza Kurdistanê daku gelê me b mafê xwe yê rewa şad bibeve weke hemî gel û netewa.

careka dî pîrozbahyên xwe pêşkêş dikeyn bi helkefta cejna remezana pîroz , omêdewarîn ku gelê meyê Kurdistanê ahengê bigêre bi vê helkeftê li sala dahatî û şadbibe bi dewleta xwe ya serbexwe û çaverêkrî.

 

Desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîry û komelayetî
25\6\2017

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Beyan nama rêkxstya Dak bi helkefta duyemîn yada karesata Şingalê

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Koreyê kir

Lalish Duhok

Lîwayekî artêşa Iraqê li Şingalê hat bicihkirin

Lalish Duhok