شبكة لالش الاعلامية

Heyder Ebadî: Dewleta DAIŞê bi dawî hat

Heyder Ebadî: Dewleta DAIŞê bi dawî hat

Rûdaw

Serokwezîrê Iraqê  û Serfermandarê Hêzên Çekdarî yên Iraqê Heyder Ebadî ragihand: “Ji aliyê DAIŞê ve bombebarankirina Mizgefta Nûrî û Minareya Hedba, tê wê wateyê ku dewleta DAIŞê bi dawî hat.”

  Heyder Ebadî li ser hesaba xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir û got: “Ji aliyê DAIŞê ve bombebarankirina Mizgefta Nûrî û Minareya Hedba, tê wê wateyê ku dewleta DAIŞê bi dawî hatiye.”

Herwiha Ebadî diyar kir, ku heta ku DAIŞ li Iraqê bi tevahî ji holê rabe, ewê li ser kuştin û dîlgirtina wan berdewam bin.   Tê payîn ku Ebadî li Mûsilê li ser rizgarkirina tevahiya bajêr axaftineke serkeftinê bike.

  Di 21ê Hezîranê de hatibû ragihandin, ku DAIŞê Minareya Hedba û Mizgefta Nûrî teqandine.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê diyar kir, ku li Mûsilê devereke piçûk maye ku hêj nehatiye kontrolkirin.

  Fermandarê Operasyonên Hevbeş Yehya Resûl di weşana zindî ya Rûdawê de ragihand, ku Mûsil ji aliyê leşkerî ve hatiye rizgarkirin.

Herwiha Fermandarê Iraqî diyar kir: “DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk çû û bi dawî hat.”

  Serokê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî di dawiya Hezîrana 2014an de li Mizgefta Nûrî axivîbû û “xîlafet” îlan kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Budçeya Şengalê nayê terxankirin

Lalish Duhok

Beşdarbûna nûnerê Bingehê Laliş Şingalê û ofîsên wê di dewreya aktîvkirina perwerdeyê de

Lalish Duhok

Erdogan: Ew çiqas Kurd bin em jî ewqas Tirk in

Lalish Duhok