شبكة لالش الاعلامية

Merkel bo Kurdên Êzidî: Piştgiriya me dê berdewam be

Merkel bo Kurdên Êzidî: Piştgiriya me dê berdewam be

Rûdaw

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel destdirêjiya seksî û êrişa bi ser jinên kurdên êzidî şermezar kir û cardin anî ziman ku piştgiriya wan berdewam e.

  Îro li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê ji aliyê Komeleya Hawar û komên parlementoya Almanyayê ve  konferansa jinên ji tundiya seksî rizgarbûyî hate lidarxistin.

Angela Merkel, jimareyek ji jinên kurdên êzidî ku di destê çekdarên DAIŞê de dûçarê destdiriêjiyê bûbûn û Balyoza Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî Nadiya Murad ku ew jî yek ji qurbaniyan e, beşdarî konferansê bûn.

  Merkel di konferansê de axivî û destnîşan kir, ku di şer de destdirêjiya seksî zêde dibe û ji ber vê divê ji aliyê derûnî ve jî ew kesên ku destdirêjî li wan hatiye kirin, bi awayekî cidî werin dermankirin. Almanya ji bo vê yekê navendeke taybet dê damezrîne.

Lê divê welatên din jî jinan biparêzin û giringî bidins vê pêvajoya dermankirina derûniya wan.   Herwiha Şêwirmenda Almanyayê destdirêjî û êrişa bi ser jinên kurdên êzidî şermezar kir û diyar kir, ku piştgirî didin jinên kurdên êzidî û ji bo dermankirina derûniya jinên ku li hember gefa destdirêjiya seksî rû bi rû mane, alîkarî dikin.

Dema ku Agela Merkel û Nadiya Murad hatin ba hev, peyamnêra Rûdawê ji Merkelê pirsî “Gelo hûnê ji bo keçên kurdên êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne alîkariyên zêdetir ên çawa pêk bînin? Şêwirmenda Almanyayê got: “Weke ku min di axaftina xwe da amaje pê kir. Emê ji bo alîkariyê berdewam bin.” Herwiha destnîşan kir, tiştê giring ew e ku ew hatin û bêdengiya xwe şikandin.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro bi dawî dibe

Lalish Duhok

Şandekê xwendekarên Zanîngeha Dortmond ya Elmanî seredana Bingehê Laliş tayê Şarya kirin

Lalish Duhok

Barzanî: Kesên ku li piştêve xencer li Pêşmergeyan dane vê neyêne efû kirin

Lalish Duhok