Pîrejineka êzîdî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
BasNews
Pîrejineka êzîdî ji destê terorîstên DAIŞê hat rizgarkirin.
Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî Husên Qaidî ragihand, di heyama du-sê rojên borî de gelek kurdên êzîdî li bajarê Mûsilê hatine rizgarkirin lê nayê zanîn hejmara wan çend e. Amara rast li ba hêzên Iraqî ye û dê di demek kurt de were ragihandin.
Husên Qaidî da zanîn ku di nav wanêzîdiyên ku hatine rizgarkirin de pîrejineka êzîdî jî heye ku li taxa Şîfa ya Mûsilê hatibû rizgarkirin û xelka gundê Til Qeseb yê Şingalê ye.
Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî anî ziman ku çekdarên DAIŞê zilmek mezin li wê pîrejinê û endamên malbata wê kirine û got, tenê ew hatiye rizgarkirin û endamên din yên malbata wê nayê zanîn çi hatiye serê wan. Ew jî niha li nexweşxanê ye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
