شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: Rîfrandom klîla çareserya êş û jan û derdu daxwazyên me Êzdya ye

Şêx Şamo: Rîfrandom klîla çareserya êş û jan û derdu daxwazyên me Êzdya ye

Tora laliş ya ragehandinê‌

Di konfransê‌ Kurdistan hevpeymana stratîjî ya Emrîka li kongrêsê‌ Emrîka , berêz “Şêx Şamo” endamê‌ encumenê‌ bilnd yê‌ rîfrandoma kurdistanê‌ peyvek pêşkêşkir.

duhî roja înyê‌ 28temûza 2017ê‌ û bi pşkdarîya bi dehan nvîser û kesayetyên syasî û serbazî , li kongrêsê‌ Emrîka konfransekê‌ taybet b rîfrandoma herêmê‌ destpêkir.

Di peyva xo da berêz “şêx şamo” ragehand:”wextekê‌ başe ev konfrase hate encamdan di gel borîna sê‌ sala li ser wê‌ mergesata mezna bi serê‌ me hatî li 3/8/2014ê‌ û pênc roj mayne temam bibn û bine sê‌ sal, silav li gyanê‌ wan cangoryên xûna xo rijandî ji bûna azadya deverên me pêşmergeyê‌ qareman , silav û supasî bo Emrîka û hevpyemanên wê‌ li wan rojên sextên dijwar li gazya me hatî , em dibêjn helgrên dû qederane di dirêjahya dîrokê‌ da qedereka Ayînî û êka Cugrafî, demê‌ mirov temaşey vê‌ karesatê‌ û ew zûlm û zordarîya li me hatye kirin û êş û janên li pişt xo hêlayn dîmenek di serê‌ mrovî da dizvrt gelo di drêjahya dîrokê‌ da hinde Cînosaydên ji vê‌ mezntir bi serê‌ me hatbûn û heta salên bîstan em bermayên 72 Cînosaydan bûyn tInê‌ ji berku me bîrûbarwerên xo yên Ayînî ne diguhartin û axa xo ya kurdstanê‌ çol nedkir”.

Herwesa şêxî di peyva xoda diyarkir:”îro di cîhanê‌ hemûyê‌ da em mlyonekê‌ temam nakeyin, Kurdistan bû çar parçe û Êzdî jî bûne çar parçe û em li başûrê‌ Kurdstanê‌ ji sedê‌ 65heta 600000hezar kesê‌ êzdî temam dikin û ji blî Enfal û Te’rîbkirnê‌ û kuştna bi kom û Te’rîbkrna Ayînî û neteweyî heta sala 2003ê‌ me tiştek ji desthelata Sûneyan nedît û li 1991ê‌ qedera me eu bû em buyne dû dever û deverek 10%ser bi Dihokê‌ ve em azad bûn û deverek sedî 90% civak û Cografyeta me ma libin rijêmê‌”.

Ji layekê‌ dîve got:”li 2003ê‌ me got deverên me azad bûn û ji diktatoryetê‌ qurtal bûn û ser pişta Îraqeka fîdral me jiyaneka taze avadkir û hîvî û omêdên xo yên taze avadkirin û destûrekî taze hate dabînkirn , bi şandekê‌ hevpeymanya Kurdistanî bi serwerya serok Barzanî û çend xalên girng grêdayî çarenvîsê‌ me têda bûn hîvî û omêdên me gelek geşkirin yek ji wan ku hatbu dyar kirin mafê‌ pêkhatan bête parastin û mafên xo li gor hebûn û rêjeya xo di hemû dam û dezgehên Îraqê‌ da wergrin , pêngava yekê‌ ya xedirkirnê‌ li me em Êzdî hemû bi yek kursyê‌ kotê‌ ve grêdan perlemanê‌ Îraqê‌ , li ser astê‌ parêzgeha Mûslê‌ jî em bi êk kursî ve grêdan û me li gel hevpeymanya Kurdistanê‌ şeş kursî rêkrine perlemanê‌ Îraqê‌ û heşt kursî rêkrine civata parêzgeha Mûslê‌ û wan di şerîeta wî kursî ra em dîtin û mafê‌ me xwarn , pêkoleka mezin serok Barzanî mezaxt Ayînê‌ me weku Ayînê‌ sêyê‌ bête qebûlkirin û rijdyeka mezin kir û got ev millete yê‌ çewsandî ye di drêjahya dîrokê‌ da û çewsandin dîtye divya mafê‌ wî bête parastin û grentya paşeroja wî bête kirin û Ayînê‌ me weku Ayînê‌ sêyê‌ hate qebûlkirn d destûrê‌ taze yê‌ me pêkve deng dayê‌”.

Di berdewamya peyva xo da aşkerakir:”deverên me jî li gor mada 140 çarenvîsê‌ wan bi Rîfrandomekê‌ dê‌ êkla bibe , ev 10saln em li benda Rîfrandomê‌ û Hikumetên Îraqê‌ û bi taybet Hikumeta Malkî asê‌ û alozkir û wê‌ valahya eminî û milmilana mezhebî hêla Daeş bête xûlqandin û her jinav erebên derdorên me Daeş çêbû û 95%ji xelkê‌ deverê‌ bû ewên ev fermane bi serê‌ meda înayn û 5% biyanî bûn ji Daeş û ew destûrê‌ Ayînê‌ me têda yê‌ sêyê‌ bû destûr nasnekirin û ew ferman bi serê‌ me anîn”.

Derbarey jimara cangoryên karesata Şingalê‌ got:” jimara cangorîyan( 1293)û zarokên êtîm mayn (2745) û jimara revandîyan( 6417)û jimara yên rizgarbûyî li ser destê‌ Hikumeta Herêma Kurdistanê‌ û dam û dezgehên me yên eminî yên Kurdistanê‌( 3050)û jimara wan kesan yên di nav destên wan kafran da mayn( 3367), eger cangoryên pêşmergey( 1700)bin (700)jê‌ jibûna Şingalê‌ û azadkirn û derdorên wê‌ dan û eger aware milyonek û (700)bin li Kurdistanê‌(350)hezar jê‌ Êzdî ne li welatê‌ xo perîşan û aware dijîn”.

Li dawîya peyva xoda Şêxî xuyakir:” peyam û hîvya min ewe eger Emrîka û hevpeymanên wê‌ û cîhana aştîxwazeka çawa li hawara me hatin harîkarya serbazî û mirovayetî jimera kirin, livê‌ qonaxa hestyar jî hawara me wern û eger bivên ew muzaykê‌ rengîn yê‌ pêkhatên Kurdistanê‌ li derdorên Mûsl bivên ku ji mrova çol nebe, bila derfetê‌ bidene me Rîfrandom Hikumeta Îraqê‌ nekir û livê‌ Rîfrandomê‌ pişkdar bin û em bi dengê xo çarenvîsê‌ xo yekla bikin, çinku em dibînin Rîfrandom klîla çareserya êş û jan û derdu daxwazyên meye bo eayndeyekê‌ geştir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şingaliyan êrişa Tirkiyê li ser Rojava şermezar kirin

Lalish Duhok

Ce’fer îmînkî, Endamê mekteba sîyasî  ya partî seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kir.

Lalish Duhok

Li Almanyayê navendek bo belgekirina komkujiya Kurdên Êzdî hat vekirin

Lalish Duhok