Şêx Şamo: Rîfrandom klîla çareserya êş û jan û derdu daxwazyên me Êzdya ye
Tora laliş ya ragehandinê
Di konfransê Kurdistan hevpeymana stratîjî ya Emrîka li kongrêsê Emrîka , berêz “Şêx Şamo” endamê encumenê bilnd yê rîfrandoma kurdistanê peyvek pêşkêşkir.
duhî roja înyê 28temûza 2017ê û bi pşkdarîya bi dehan nvîser û kesayetyên syasî û serbazî , li kongrêsê Emrîka konfransekê taybet b rîfrandoma herêmê destpêkir.
Di peyva xo da berêz “şêx şamo” ragehand:”wextekê başe ev konfrase hate encamdan di gel borîna sê sala li ser wê mergesata mezna bi serê me hatî li 3/8/2014ê û pênc roj mayne temam bibn û bine sê sal, silav li gyanê wan cangoryên xûna xo rijandî ji bûna azadya deverên me pêşmergeyê qareman , silav û supasî bo Emrîka û hevpyemanên wê li wan rojên sextên dijwar li gazya me hatî , em dibêjn helgrên dû qederane di dirêjahya dîrokê da qedereka Ayînî û êka Cugrafî, demê mirov temaşey vê karesatê û ew zûlm û zordarîya li me hatye kirin û êş û janên li pişt xo hêlayn dîmenek di serê mrovî da dizvrt gelo di drêjahya dîrokê da hinde Cînosaydên ji vê mezntir bi serê me hatbûn û heta salên bîstan em bermayên 72 Cînosaydan bûyn tInê ji berku me bîrûbarwerên xo yên Ayînî ne diguhartin û axa xo ya kurdstanê çol nedkir”.
Herwesa şêxî di peyva xoda diyarkir:”îro di cîhanê hemûyê da em mlyonekê temam nakeyin, Kurdistan bû çar parçe û Êzdî jî bûne çar parçe û em li başûrê Kurdstanê ji sedê 65heta 600000hezar kesê êzdî temam dikin û ji blî Enfal û Te’rîbkirnê û kuştna bi kom û Te’rîbkrna Ayînî û neteweyî heta sala 2003ê me tiştek ji desthelata Sûneyan nedît û li 1991ê qedera me eu bû em buyne dû dever û deverek 10%ser bi Dihokê ve em azad bûn û deverek sedî 90% civak û Cografyeta me ma libin rijêmê”.
Ji layekê dîve got:”li 2003ê me got deverên me azad bûn û ji diktatoryetê qurtal bûn û ser pişta Îraqeka fîdral me jiyaneka taze avadkir û hîvî û omêdên xo yên taze avadkirin û destûrekî taze hate dabînkirn , bi şandekê hevpeymanya Kurdistanî bi serwerya serok Barzanî û çend xalên girng grêdayî çarenvîsê me têda bûn hîvî û omêdên me gelek geşkirin yek ji wan ku hatbu dyar kirin mafê pêkhatan bête parastin û mafên xo li gor hebûn û rêjeya xo di hemû dam û dezgehên Îraqê da wergrin , pêngava yekê ya xedirkirnê li me em Êzdî hemû bi yek kursyê kotê ve grêdan perlemanê Îraqê , li ser astê parêzgeha Mûslê jî em bi êk kursî ve grêdan û me li gel hevpeymanya Kurdistanê şeş kursî rêkrine perlemanê Îraqê û heşt kursî rêkrine civata parêzgeha Mûslê û wan di şerîeta wî kursî ra em dîtin û mafê me xwarn , pêkoleka mezin serok Barzanî mezaxt Ayînê me weku Ayînê sêyê bête qebûlkirin û rijdyeka mezin kir û got ev millete yê çewsandî ye di drêjahya dîrokê da û çewsandin dîtye divya mafê wî bête parastin û grentya paşeroja wî bête kirin û Ayînê me weku Ayînê sêyê hate qebûlkirn d destûrê taze yê me pêkve deng dayê”.
Di berdewamya peyva xo da aşkerakir:”deverên me jî li gor mada 140 çarenvîsê wan bi Rîfrandomekê dê êkla bibe , ev 10saln em li benda Rîfrandomê û Hikumetên Îraqê û bi taybet Hikumeta Malkî asê û alozkir û wê valahya eminî û milmilana mezhebî hêla Daeş bête xûlqandin û her jinav erebên derdorên me Daeş çêbû û 95%ji xelkê deverê bû ewên ev fermane bi serê meda înayn û 5% biyanî bûn ji Daeş û ew destûrê Ayînê me têda yê sêyê bû destûr nasnekirin û ew ferman bi serê me anîn”.
Derbarey jimara cangoryên karesata Şingalê got:” jimara cangorîyan( 1293)û zarokên êtîm mayn (2745) û jimara revandîyan( 6417)û jimara yên rizgarbûyî li ser destê Hikumeta Herêma Kurdistanê û dam û dezgehên me yên eminî yên Kurdistanê( 3050)û jimara wan kesan yên di nav destên wan kafran da mayn( 3367), eger cangoryên pêşmergey( 1700)bin (700)jê jibûna Şingalê û azadkirn û derdorên wê dan û eger aware milyonek û (700)bin li Kurdistanê(350)hezar jê Êzdî ne li welatê xo perîşan û aware dijîn”.
Li dawîya peyva xoda Şêxî xuyakir:” peyam û hîvya min ewe eger Emrîka û hevpeymanên wê û cîhana aştîxwazeka çawa li hawara me hatin harîkarya serbazî û mirovayetî jimera kirin, livê qonaxa hestyar jî hawara me wern û eger bivên ew muzaykê rengîn yê pêkhatên Kurdistanê li derdorên Mûsl bivên ku ji mrova çol nebe, bila derfetê bidene me Rîfrandom Hikumeta Îraqê nekir û livê Rîfrandomê pişkdar bin û em bi dengê xo çarenvîsê xo yekla bikin, çinku em dibînin Rîfrandom klîla çareserya êş û jan û derdu daxwazyên meye bo eayndeyekê geştir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
