شبكة لالش الاعلامية

Barzanî û şandeke dîplomatîk û leşkerî ya Amerîkayê civiyan

Barzanî û şandeke dîplomatîk û leşkerî ya Amerîkayê civiyan

Rûdaw

Şandeke payebilind a dîplomatîk û leşkerî ya Amerîkayê li Pîrmam li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan û di civînê de Fermandarê Giştî yê Nû yê Hevpeymaniya li Iraq û Sûriyê ji Barzanî re hate nasandin.

Roja sêşemê 29ê Tebaxa 2017an li Selaheddîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Amerîkayê kir ku ji Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye General Stephen Townsend, General Paul Funk ku li şûna General Stephen Townsend dest bi kar dike û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Ken Gruss pêk hatibûn.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di destpêka hevdîtinê de General Stephen Townsend ragihandiye ku erkê wî yê wekî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye bi dawî hatiye û vedigerê welatê xwe û General Paul Funk li şûna wî dest bi kar dike û hatiye diyarkirin: “Serok Barzanî hêviya serkeftinê li erkê nû yê her dû Generalan xwest.”

Herwiha di dirêjahiya hevdîtinê de bi hûrî behsa rewşa Mûsil û bereyên rûbirûbûna li gel terorîstan bi giştî û navçeya Tileferê bi taybetî, hatiye kirin û her dû alî bihevre bûn ku derxistina DAIŞê ji Mûsil û navçeyên din bi wateya dawiya terorê nayê û tekez li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera her dû aliyan kirin.

Weke din di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin: “Di beşeke din a hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Sûriye û pêşketinên li dijî DAIŞê, xistin ber behs û guftûgoyan.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Viyan Dexîl : 14 hikûmet û parlamentoyên navdewletî jenosîda Êzîdiyan nas kirine, lê heta niha jî dewleta Iraqê nas nekirye

Lalish Duhok

WHO: Sala bê wê jiyan asayî bibe

Lalish Duhok

Hisên Hesen nikare pişikdarîya filme festîvala Miyamîyê bibe

Lalish Duhok