شبكة لالش الاعلامية

Nûnerê kurdên êzîdî: PKK bi kincên Heşda Şeibî tevlî şerê Mûsilê dibe!

Nûnerê kurdên êzîdî: PKK bi kincên Heşda Şeibî tevlî şerê Mûsilê dibe!

Çavkanî :Basnews

Nûnerê kurdên êzîdî li parlamentoya Kurdistanê dibêje, bi nêzîkbûna operasyona Mûsiê re, gerîlayên PKKê tevlî Heşda Şeibî dibin û kincên wan li ber dikin!

Parlamenterê êzîdî Şêx Şamo ji BasNewsê re got, haya jê heye ku hêzên girêdayî PKKê yên li Şingalê, bi Heşda Şeibî re li hev kirine ku bi kincên Heşda Şeibî tevlî milîsên şîe bibin û bi ser komên Heşda Şeibî de tên dabeşkirin.

Şêx Şamo her wiha got, qesta wan ji vê yekê ew e ku PKK bi navê Heşda Şeibî tevlî operasyona azadkirina Mûsilê bibe. Ev jî dibe sebeba wê ku Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê dernexîne û rijd be li ser helwesta xwe.

Li gorî agahiyên wî parlamenterê êzîdî, Heşda Şeibî çek û cebilxane jî daye PKKê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanê hat vexwendin

Lalish Duhok

Li Amerîkayê konferansek derbarê Kurdan de; Nêçîrvan Barzanî gotara serekî dixwîne

Lalish Duhok

Wezareta Ewqaf: Roja pêncşemê yekem roja cejna Remezanê ye

Lalish Duhok