شبكة لالش الاعلامية

Kemal Kerkûkî bo Ebadî: Pêşmerge pêwîstî bi Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî nîne

Kemal Kerkûkî bo Ebadî: Pêşmerge pêwîstî bi Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî nîne

Çavkanî :Rudaw

Berpirsê Mêhwera Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge, Kemal Kerkûkî ragihand, wî di dema serdana Ebadî ya bo Kerkûkê de jê re gotiye, ku Pêşmerge di operasyona kontrolkirina Hewîceyê de pêwîstî bi Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî nîne.

Îro înê Serokwezîrê Iraqê bi serdanekê gihîşt parêzgeha Kerkûkê û ji aliyê Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ve hat pêşwazîkirin.

Heydr Ebadî piştre serdana eniyên şer û çeperên Hêzên Pêşmerge li Mekteb Xalid kir û bi fermandeyên Hêza Pêşmerge re civiya.

Ebadî herwiha serdana gundê Beşîr jî kir, û bi fermandeyên Heşda Şeibî re jî hevdîtin pêk anî.

Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ku Serokwezîrê Iraqê behsa nêzîkbûna kontolkirina Hewîceyê kir, min jî ji Ebadî re zelal kir, ku pêwîst e her hêzek li aliyê xwe û li pêş xwe dest bi tevgerê bike ne bi têkelî.”

Kerkûkî tekez kir, ku wî derbarê Hêzên Pêşmerge yên li Rojavayê Kerkûkê û plana Pêşmerge bo kontrolkirina Hewîceyê de wiha ji Ebadî re got: “Derbarê Mêhwera Rojavayê Kerkûkê de jî, me hêza xwe heye, me plana xwe heye û bi ti şêweyekê me pêwîstî bi hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqî nîne.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Qasim Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedekariya keça kurd e

Lalish Duhok

Qadir Qaçax :xo bi yek ji damezrînerê‌ bingehê‌ laliş dizanm

Lalish Duhok

Ragehandineka nerazîbûnê ji alyê Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî ve

Lalish Duhok