شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Iraqê: Emê bi Hêzên Pêşmerge re dest bi operasyona Hewîceyê bikin

Serokwezîrê Iraqê: Emê bi Hêzên Pêşmerge re dest bi operasyona Hewîceyê bikin

Çavkanî :Rudaw

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, di demek nêzîk de hêzên iraqî û Hêzên Pêşmerge dê dest bi operasyona rizgarkirina Hewîceyê bikin.

Heyder Ebadî ku îro înê bi serdanekê li parêzgeha Kerkûkê ye, bi encumena parêzgeha Kerkûkê û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn kerîm re civiya.

Piştî bidawîhatina civînê, Heyder Ebadî û Necmedîn Kerîm konfransek rojnamevanî li dar xistin.

Di vê konfransa rojnamevanî de Ebadî behsa pirsgirêkên parêzgeha Kerkûkê kir û ragihand: “Kerkûk parêzgehek Iraqî ye û pêwîst e em alîkariya wê bikin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê jî, Ebadî di civîna li gel rêveberiya Kerkûkê soz daye, ku bûdceya wê parêzgehê bişîne.

Ebadî herwiha destnîşan kir, ku di demek nêzîk de ew dê li gel Hêzên Pêşmerge dest bi operasyona kontrolkirina Hewîceyê bikin û Hewîceyê ji destê DAIŞê derbixin.

Serokwezîrê Iraqê amaje bi operasyona rizgarkirina Mûsilê jî kir û da xuyakirin, Iraqê derbarê operasyona Mûsilê de têgihîştinek baş li gel Herêma Kurdistanê heye.

Derbarê hêzên beşdar di operasyona Mûsilê de jî, Heyder Ebadî da zanîn: “Ji bilî hêzên iraqî ti hêzên din naçin nav Mûsilê.”

Ebadî amaje bi hêzên leşkerî yên Tirkiyê di nav axa Iraqê û navçeya Başîkê de jî kir û nakokiyên navbera Bexda û Enqerê yên di vê bareyê de bi bîr xist û got: “Em dixwazin me pêwendiyeke baş li gel Tirkiyê hebe û em bi aştiyane bijîn.”

Ebadî tekezî li ser wê jî kir, ku ew naxwazin serweriya Iraqê were binpêkirin û ji ber wê jî wan ji Tirkiyê re gotiye: “Serweriya me binpê nekin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş alîkarya Mala Êzidyan li Rojavaya Kurdistanê kir

Lalish Duhok

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Rojnamevan Rêbîn Fetah seredana Bingehê Laliş kir

Lalish Duhok