شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş Baedrê civînek bo perlemantarekî perlemanê îraqê rêkxist.

Bingehê Laliş Baedrê civînek bo perlemantarekî perlemanê îraqê rêkxist.
Tora Laliş

Li rêkeftî 27î tebaxa 2022ê û bi merema agehdarbûn li ser rewşa Îraqê û Kurdistanê bi giştî û êzidyan bi taybet û kawdanên niha yên aloz yên îraqê، Bingehê Laliş tayê Baedrê civînek bo perlemantarekî perlemanê Îraqê li baxçê hola Baedrê ya bîrewerya rêkxist li dor (Rewşa Îraqê û Kurdistanê bi giştî û Êzidyan bi taybetî).
Bi amadebûna jimareka zor ji kesateyên mîrî û hizbî û olî û rewşnbîr û rêkxrawên pîşeyî û cemawery ji tex û çînên cuda cudayên Baedrê û deverê civîna navbrî bi rêveçû.
Li destpêkê berêz (Xelat Baedrî) Berpirsê Bingehê Laliş tayê Baedrê bixêrhatina tevaya amadebûyan kir li dûvda civînê destpêkir.
perlemantar (Şrîf Silêman ‘lî) perlemantarê perlemanê Îraqê ser bi lîsta Partî Dîmukratî Kurdistan bo amadebûyan behsa rewşa Îraqê û Kurdistanê bi giştî û Êzidyan bi taybet da ziman û amaje da rewşa niha ya Îraqê û alîngarî û alozyên yên Îraq têda derbaz dibin.
Dîsan weku serokê lîjna Koç û Koçberan li perlemanê navbrî çendîn pirs û babetên balkêş dane xuyakirin derbarey rewşa awaran û zêdebarî çendîn babet û xalên balkêş ku jilayê berêzî ve bo amadebûyan behs kirin, zêdebarî guhdrakirna pirsyar û pêşnyar û têbînyên amadebûyan.
Li dawyê dan û standineka germ lidor babetê civînê dinavbera perlemantarî û amadebûyan hate gengeşekirin û bersiva pirsyarên rêzdaran hate dan.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Bi hêviya ku ev cejn bibe havênê pêşvebirina aştiyê

Lalish Duhok

şanogeryek li ser navê fermana 74 hat nimaîş kirin

Lalish Duhok

Nayif Seydo: Hebûna PKKê sedema sereke ya gefên Tirkiyê ye

Lalish Duhok