شبكة لالش الاعلامية

Li Amerîkayê yekem pêngava yasayî bo naskirina serxwebûna Kurdistanê!

Li Amerîkayê yekem pêngava yasayî bo naskirina serxwebûna Kurdistanê!

Hewlêr (Rûdaw)

Kongirêsmanê Amerîkî, Trent Franks projeyasayek derbarê Kurdistanê de pêşkêşî kongirêsa welatê xwe kir, ku têde daxwazê dike, Amerîka piştevaniya referandum û serxwebûna Herêma Kurdistanê bike.

 

Li gorî daxuyaniya Komîteya Karûbarên Derve ya Kongreya Amerîkayê, Trent Franks projeya xwe pêşkêşî kongirêsê kiriye û naveroka projeya xwe jî eşkere kiriye.

 

Di wê projeyê de hatiye, ji mafê xelkê Herêma Kurdistanê ye ku çarenivîsa xwe diyar bikin û bibin xwediyê welatekî xwedan serwerî.

 

Franks di pirojeya xwe ya ji bo kongirêsê de dibêje, di demekê de ku Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî û navendên cuda dibêjin, ku diyarkirina çarenivîsê mafê her kesê/î ye, divê xelk azad be ji bo gotina nerîna xwe û hebûna çand û aboriya xwe ya taybet.

 

Franks herwiha dide xuyakirin, ku li gorî rêkevtinên Parîs û Viyenna, mafê Herêma Kurdistanê ye, ku serbixwe be û tekez dike ku kurdan tevahiya bingehên ragihandina serxwebûnê weke Ziman, Ol, Etnîk, Çand û Dîrokê hene.

 

Ew kongrêsmanê amerêkî herwiha dibêje, ku kurdan ew yek nîşan dane ,ku hevpeymanên herî bihêz ên Amerîkayê ne û di şerê li dijî DAIŞê de serkevtinên mezin bi dest xistine û dide xuyakirin, ku pêşmergeyan 2 hezar şehîd û 9 hezar birîndar dane, ji ber wê jî pêwîst e Amerîka îtîrafê bi qûrbanîdan û mafê mirov û mafên exlaqî û yasayî û çarenivîsê ji bo gelê Kurdistana Iraqê bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Iraqê: Gelê kurd bi dirêjayiya dîrokê rastî zulmê hatiye

Lalish Duhok

PDK: Bi rizgarkirina Mûsilê re em zêdetir nêzîkî serxwebûna Kurdistanê dibin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Take rêya derbaskirina pirsgirêkan yekrêzî ye

Lalish Duhok