شبكة لالش الاعلامية

Li Amerîkayê yekem pêngava yasayî bo naskirina serxwebûna Kurdistanê!

Li Amerîkayê yekem pêngava yasayî bo naskirina serxwebûna Kurdistanê!

Hewlêr (Rûdaw)

Kongirêsmanê Amerîkî, Trent Franks projeyasayek derbarê Kurdistanê de pêşkêşî kongirêsa welatê xwe kir, ku têde daxwazê dike, Amerîka piştevaniya referandum û serxwebûna Herêma Kurdistanê bike.

 

Li gorî daxuyaniya Komîteya Karûbarên Derve ya Kongreya Amerîkayê, Trent Franks projeya xwe pêşkêşî kongirêsê kiriye û naveroka projeya xwe jî eşkere kiriye.

 

Di wê projeyê de hatiye, ji mafê xelkê Herêma Kurdistanê ye ku çarenivîsa xwe diyar bikin û bibin xwediyê welatekî xwedan serwerî.

 

Franks di pirojeya xwe ya ji bo kongirêsê de dibêje, di demekê de ku Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî û navendên cuda dibêjin, ku diyarkirina çarenivîsê mafê her kesê/î ye, divê xelk azad be ji bo gotina nerîna xwe û hebûna çand û aboriya xwe ya taybet.

 

Franks herwiha dide xuyakirin, ku li gorî rêkevtinên Parîs û Viyenna, mafê Herêma Kurdistanê ye, ku serbixwe be û tekez dike ku kurdan tevahiya bingehên ragihandina serxwebûnê weke Ziman, Ol, Etnîk, Çand û Dîrokê hene.

 

Ew kongrêsmanê amerêkî herwiha dibêje, ku kurdan ew yek nîşan dane ,ku hevpeymanên herî bihêz ên Amerîkayê ne û di şerê li dijî DAIŞê de serkevtinên mezin bi dest xistine û dide xuyakirin, ku pêşmergeyan 2 hezar şehîd û 9 hezar birîndar dane, ji ber wê jî pêwîst e Amerîka îtîrafê bi qûrbanîdan û mafê mirov û mafên exlaqî û yasayî û çarenivîsê ji bo gelê Kurdistana Iraqê bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş tace gûlîne li ser gorê‌ nemran”Mela Mustefa Barzanî” û” Edrîs Barzanî”dana

Lalish Duhok

Kesayetyekê navdar supasya bingehê laliş di ke ji bo çap kirina pertoka karesata Şingalê

Lalish Duhok

Xwebexşeke Holandî pisîkên birîndar ên şerê Sûriyê xwedî dike

Lalish Duhok