شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 175 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 175 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 87 kes li Hewlêrê, 67 kes li Silêmaniyê, 18 kes li Duhokê, 1 kes li Raperînê û 2 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 119 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 381116

Mirin: 7122

Başbûn: 372433

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

UNICEFê kuştina zarokekî li Şingalê di êrîşa Tirkiyê ya li dijî baregeha PKKê şermezar dike

Lalish Duhok

Bi piştevanya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Vîstevala Laliş ya rewşenbîrî ya salane hate gêran

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Newroz hêmaya yekîtî, pêkvejiyan, serketin û azadiya gelê kurd e

Lalish Duhok