شبكة لالش الاعلامية

Heyder Şeşo: Çekdarên Heşda Şeibî zilmê li xelkê Şingalê dikin

Heyder Şeşo: Çekdarên Heşda Şeibî zilmê li xelkê Şingalê dikin

BasNews – Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo dibêje, çekdarên Heşda Şeibî zilmek mezin li welatiyan dikin. Şeşo her wiha ragihand, girtina rêya navbera Şingal û Duhokê, gelekî xelk tengav kiriye.

Fermandeyê pêşmergeyên êzîdî li devera Şingalê, ku wek Hêza Parastina Êzîdxanê jî tên binavkirin, Heyder Şeşo ji BasNewsê re got, rewşa Şingalê hinekî baştir bûye lê çekdarên Heşda Şeibî zilem mezin li welatiyan dikin, êrişî malên welatiyan dikin û wan eziyet dikin.

Heyder Şeşo her wiha got, çekdarên Heşda Şeibî ji nav dezgehên hikûmetê û qutabxaneyên derketine lê ziyanek mezin gihandine wan dezgeh û avahiyan. Kesên ne xelkê Şingalê tîn li wir bicîh dikin, ev jî dibe sebeba nerazîbûna xelkê Şingalê.

Fermandeyê pêşmergeyên êzîdî anî ziman ku girtina rêya navbera Şingal û Duhokê rewşa xelkê Şingalê şepirze kiriye û got, eger rê venebe dê bandorek xirab li ser rewşa xelkê bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

NY di raporteke nû de kiryarên DAIŞê yên dijî êzîdîyan weke jenosîd binav kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Macron kir

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Armanc ji destûrê parastina mafê hemwelatiyan e

Lalish Duhok