September 08, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan : “Gotinên Şivan Perwer berovajî rastiya ôil û civaka Êzidyaye”

Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan : “Gotinên Şivan Perwer berovajî rastiya ôil û civaka Êzidyaye”
“Gotinên Şivan Perwer berovajî rastiya ôil û civaka Êzidyaye”
Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan derbarey gotinên Şivan Perwer diderheqa civaka Êzdiyan da peyamekê radgehînt، evejî deqê wê ye:
Diyare eve çendîn care Şivan Perwer yarya bi hestên Êzidyan diket û bi şêweyekî giştî civaka me birîndardket bI çend peyvên nerewa û dûr jirastya oil û civaka Êzidyan.

Em l Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan dupat dikeyn , ku ev gotinên Şivan Perwer ne li astê kesayetya wî ne weku honermendekî xudan xizmet diderheqa dôza netewey ya gelê Kurdistanê da, çunkî êk ji armancên serekî yê berxudana gelê me bi taybet bizava rizgarîxwaza kurdî bô hindê bû hemû pêkhatên gelê Kurdistanê bi azadane derbirînê ji hest û bîr û bawerên xo biken , taku ev destkefte bi destve hat bi hezaran ezîzên me bune şehîd û qurbanî, lewa jî gerek bû Şivan Perwer weku honermendekî şoreşê rêz li van qurbanî û şehîdan girtiba.

Dîrok û mîtologya û edebê dînê êzdyan dîdevanin ku Êzdyatî eaynekî aştîxwaze û rêzeka mezin li mirovayetyê digrt bi taybet afretê lewa jî rolekî berz dipêroztrîn karên wan digêrt eujî rêwresmên eaynî ne .
Didrêjahya dîrokê da Êzidî tûşî 74cînosayd û fermanan buyne û renge evan core nerastyên weku gotinên Şivan Perwer kesanên radîkal paldabin ku bi van fermanan dijî Êzidyan rabin .

Cîhana aştîxwaz dîdevane ku cînosayda bi ser gelê meda hatî li sala 2014 saykolojyeta Êzdyan lawazkrye ،u geleg honermend û nvîskar û mamostayên eaynî yên kurdstanê wijdana xơ razîkrn diderheqa xelkê me yê bê gunehda ، lewa jî me çaverêy helwîstekî ciwantr ji honermend Şivan pPerwer dikir,çunkî huner diyardeyek şarstanî ye û herdem beşekî serekî buye bơ avakirna civakan û rêz li pîrozyan girtye، ke wata honermend û hizrmend û feylesufan hembêza kes û civakên zulm lêkrî kirye،, nejî hestên wan brîndarkrîne.

Oldarên Êzidyan rêz û bihayekî mezin li nava civakê me hene , gerek bû Şivan bi rêzgirtn ve navên wan bîne , çunkî li demê keç û xuşk û daykên me keftîne dibn destê rêkxrawa tîrurstî ya da’ş da , her ev oldarebun biryar dayn ku ev keç û jin dipîrozin û pêtvî ye bi rêwresm pêşwazyê lê bikeyn, me hizr dikir Şivan dê berhemekî mezin yê honerî diderheqa vî helwîstê oldarên Êzidyan da berhem înt bo hindê rûyê geş û şarstanyê eaynê Êzidyan weku aynekî kevnî kurdî bo cîhanê dyarket , neku berovajî.

Em li rêveberya giştî bi tundî her hewl û têkdanekê riswa dikeyn yên ku dibne egerê têkdana pirosîsa pêkvejyanê dinavbera pêkhatên gelê kurdstanê da .u piştgîrya xô bô wê sikalaya hatye tomarkirn ji alyê Navenda Şêwirmendya Êzidyan li Elmanya dijî Şivan Perwer dupat dikeyn.
Li dawyê em dupatyê li êkrêzya nafmala kurdî dikeyn û hewlên me dê diberdwam bin bo xortkirna prosîsa birayetyê û pêkvejyanê li Herêma Kurdistanê.

Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan
Hewlêr / 5/1/2022

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi