شبكة لالش الاعلامية

Parlamentoya Iraqê bêyî rizamendiya kurdan, bûdceya sala 2018 pesend kir!

Parlamentoya Iraqê bêyî rizamendiya kurdan, bûdceya sala 2018 pesend kir!

BasNews 

Parlamentoya Iraqê bêyî rizamendiya nûnerên gelê Kurdistanê, bûdceya sala 2018 ya Iraqê pesend kir.

Qasekî beriya niha bûdceya sala 2018 ya Iraqê, ku ev çend meh bûn dihat gotûbêjkirin, ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hat pesendkirin.

Li ser vê mijarê, parlamentera kurd û endama firaksyona YNKê li parlamentoya Iraqê Rêzan şêx Dilêr ji BasNewsê re got, parlamentoya Iraqê bûdce bêyî rizamendiya kurdan pesend kir.

Rêzan şêx Dilêr her wiha got, ez daxwaz ji rêveberiya Herêma Kurdistanê dikim li hember vê yekê helwesta xwe eşkere bike û civaka navdewletî jî ji vê zilmê agahdar bike.

Wê parlamentera kurd anî ziman ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ne xemxorê kurd e û got, hikûmeta Iraqê dixwaze bi vê yekê ziyanek mezin bigihîne kurdan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serdana Dibistana Amadeya Xankê ya têkel ya awareyan

Lalish Duhok

Şingal.. xanyek bi çar welatyan ve hate peqandin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: Rîfrandom destkefteke dîrokîye û îradeya xelkê Kurdistanê pêşanî cîhanê da.

Lalish Duhok