شبكة لالش الاعلامية

Agirê Newrozê li ser Kelha Kerkûkê tê vêxistin

Agirê Newrozê li ser Kelha Kerkûkê tê vêxistin

Kurdistan24 Hewlêr

Endamê Parlemantoya Iraqê Rêbwar Taha ji K24ê re ragihand, 20ê vê mehê raperîna bajarê Kerkûkê bibîr tînin û agirê Newrozê pêdixin.

Parlemanterê bajarê Kerkûkê Rêbwar Taha tekez kir, tevahiya hêzên siyasî di merasîmekê de beşdar dibin û ala Kurdistanê li bajarê bilind dikin.

Herwiha tekez kir jî, wek salên berê betlaneya bîranîna raperîna bajarê Kerkûkê û cejna Newrozê di yek rojê de dikin û got: “Her çend e berê hewlek ji bo rêgirtin li bilindkirina ala Kurdistanê di bîranînên Newroz û Adarê, lê welatiyan piştrast dikin, ku dikarin di wê rojê de ala Kurdistanê bi her awayekî bilind bikin.”

Derbarê qedexekirina hêzên ewlehiyê ji bîranînên Newroz û raperînê re, Rêbwar Taha got, hêzên ewlehiyê bi çi awayekî destêwerdanê nakin û rêwresmên bîranînan li ser kelha Kerkûkê bi rê ve diçin.

Ev di demekê de ye, piştî bûyerên 16ê Cotmehê, hêzên ewlehiyê yên Iraqî li bajarê Kerkûkê astengiyan dixin pêş çalakiyên Kurdan, dawî riftar jî li hember Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nîşan da, ku roja 14ê vê mehê û bi amadebûna peyvdarê polîsa Kerkûkê peykerê Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal hat danîn û piştî çend demjimêran jî bi biryara Hêzên Dijeterorê ew peyker hat rakirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî êrîşa Parîsê şermezar kir

Lalish Duhok

117 xwendkarên serkeftî hatin xelatkirin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: Rêsan Hesen stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi yada wexera rewşenbîr û nivêskar Rêsan Hesen Cindî li bîrdîne. Em bi xemeka mezin û şanazîyeka mezinve yada wexera xwedê jê razî Rêsan Hesen Cindî li bîrdînin. Xwedê jê razî Rêsan Hesen, stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû û rolekî mezin hebû dinav civaka êzdîyan da, û berhemên ji hejî ji şun xweve hêlan ku xudan behayekî meznin dinav pertûkxaneya kurdîda. Em bi meznî li bîrdînîn û cihê wî behşta berîn be. Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/ Duhok 30î mijdara 2023

Lalish Duhok