شبكة لالش الاعلامية

“Ew erebên alîkariya DAIŞê di dagîrkirina Şingalê de kiribûn dubare vegeriyan deverê”

“Ew erebên alîkariya DAIŞê di dagîrkirina Şingalê de kiribûn dubare vegeriyan deverê”

BasNews Qaymeqamê Şingalê ragehand ku, ew erebên sala 2014e bo dagîrkirina Şingalê alîkariya DAIŞê kiribûn careke din vegerane Şingalê ji ber vê yekê careke din metirsî li ser kurdên êzdî heye.

Qaymeqamê Şingalê Mehme Xelîl  ji BasNewsê ragehand ku, ew erebên sala 2014e dema dagîrkirina Şingalê alîkariya DAIŞê kirin û male kurdên êzdî talan kirin û ziyan gihandine wan, piştî Şingal hate azadkirin ji wê deverê reviyan lê niha dîsa careke din bi çekdarên Heşda şeibî re vegeran deverên Şingalê .

Herwiha Qaymeqamê Şingalê Mehme Xelîl da zanîn ku, berî hatina DAIŞê %5 akinciyên Şingalê erebûn û ew li serdema rejîma Beis hatibûn dema DAIŞê Şingal dagîr kir hemûyan alîkariya wan kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî: Soz dan lê Kurdistan kirin 4 perçe

Lalish Duhok

Damezrênerê ajansa El-Amaq ya ser bi DAIŞê ve hate kuştin

Lalish Duhok

Li Şingalê goreke bi komî hat dîtin

Lalish Duhok