شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Rêkeftina Şingalê baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê

Serok Barzanî: Rêkeftina Şingalê baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera komkujiya Şingalê peyamek belav kir û tê de ragihand, “Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan, baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got, “Piştî ku 9 sal di ser karesata Şingalê re çûn jî mixabin birînên Şingalê nehatine dermankirin, êş û azar û koçberbûna xwişk û birayên Êzidî her berdewam e.”

“Çima rê li ber cîbicîkirina rêkeftinê tê girtin?”

Serok Barzanî bal kişande ser cîbicînekirina rêkeftina Şingalê û got:

“Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan, baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê.

Cihê pirsê ye ku çima Hikûmeta Iraqê nekariye rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê cîbicî bike û heta kengî dê hikûmeta Iraqê rê bide wan hêz û aliyan ku rê li cîbicîkirina rêkevtina Şingalê bigirin?”

“Komkujiyê bi awayê fermî nas bikin”

Serok Barzanî tekez kir divê komkujiyên li hemberî Kurdan bi awayê fermî werine naskirin û got:

“Di vê bîranînê de, gelê Kurdistanê çaverê ye civaka navdewletî û welatên din jî wekî Almanya û Brîtanyayê komkujiya Kurdên Êzidî bi awayê fermî nas bikin.

Herweha divê kîmyabaran, Enfal û hemû tawanên din ên ku li hemberî gelê Kurd hatine kirin jî bi awayê fermî wekî komkujî nas bikin.”

Serok Barzanî, di dawiya peyama xwe de jî wiha ragihand:

“Di nehemîn salvegera karesata Şingalê de, em silavê li giyanê şehîd û qurbaniyên vê tawanê dikin û rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bilind dinirxînin ku wan dîrok û qehremanî tomar kirine, xwîna xwe ji bo azadkirina Çiyayê Şingalê û Şingalê bexşîne û tola wan ji terorîstên DAIŞê re nehişitiye.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş zarokên awareyên Sûrî ji xelatan bê behir nake

Lalish Duhok

Ji bo piştevanya berbijêrê (PDK) Şêx Şamo

Lalish Duhok

Li Sûriyê ji ber erdhejê 11 hezar malbat niha bêwar in

Lalish Duhok