شبكة لالش الاعلامية

PAK: Birîna Şingalê hîna jî nehatiye pêçan

Hewlêr (Rûdaw) Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekî ragihand: “Kewandina birina Şingalê û ya xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî, erkê dîrokî û netewî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya hemû Kurd û Kurdistaniyan e.”

PAKê bi boneya 4emîn salvegera karesata Şingalê daxuyaniyek belav kir, komkujiyên li hember Kurdên Êzidî şermezar kir û ew karesat wek “jenosîd” binav kir.

Di daxuyaniyê de PAKê amaje bi wê yekê kir, piştî dagirkirina DAIŞê niha jî Şingal ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve hatiye dagirkirin.

Di peyamê de wiha tê gotin:

“Birîna Şingalê hîna jî nehatiye pêçan” û . Hîna jî bi hezaran jin û zarokên Kurdên Êzidî di destê DAIŞê de êsîr in. Hîna jî Şingal ne di bin îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

Kewandina birina Şingalê û ya xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî, erkeke dîrokî û netewî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya hemû Kurd û Kurdistaniyan e. Herweha ew erk weke erkekî mirovahiyê  li ser milên Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ewrûpa û hemû dezgeh û aliyên navnetewî ye jî.”

PAKê da xuyakirin, ku Şingal perçeyeke ji axa Kurdistanê ye û di referandûma serxwebûnê de gelê Şingalê bi rêjeya zêdetirî %90î ji serxwebûnê re gotiye erê. Ji ber vê yekê jî divê Şingal vegere ser îdareye hikûmeta Herêma Kurdistanê .

Herwiha ragihand; “Divê ji bo kewandina birîna Şingalê û ya hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî, bernameyeke taybet bê danîn. Ji bo rizgar kirina jin û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞê de êsîr in, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê hemû îmkanên xwe seferber bikin. Divê gelê Şingalê di bin îdareya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi rêveberiyeke taybet a xwecihî, xwe bi xwe îdare bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nasnameya 41 rufatên cînosayda gundê Koço yê Şingalê eşkere bû

Lalish Duhok

Mîrê Kurdên Êzidî û rayedarên Amerîkî derbarê rewşa Êzidiyan de dicivin

Lalish Duhok

Takên civakî di karin diyarda tund û tîjyê kêm bikn

Lalish Duhok