شبكة لالش الاعلامية

Amadekarî, zahmetî, nêrîn û berhevkirinên naveroka pirtûka „gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin“

Amadekarî, zahmetî, nêrîn û berhevkirinên naveroka pirtûka „gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin“

 

Birêzan , min temamiya vê berhevkirinê di bernama „danasîna Êzdiyatiyê*1“ de jî belakirine.

Belê hêjayan, dema min ev zaniyariyên di nava vê pirtûka xwe ya bi navê “gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin*2”  di sala 2012 de berhevkirin, min hingê dît û vêga jî dibêjim, bingehên ol û civakên Kurdî û bi taybetî jî nirxên ola Êzdiyatiyê ji aliyê zanayên Êzdî-Kurdan ve kêm hatine lêkolînkirin. 

Bi dîtina min heta îro hêjî, kêm ji me Êzdî û Kurdan dizanin ku, Êzdiyatî di demên kevn de xwedî bandoreke mezin buye. Xwedê nasîna Ezdahîtiyê timî li dijî nêrîna ku ronakbîr, dîndar û rêberên dewletên desthiletdar, yên ku digotin/dêjin, ”rêvebirên desthilatdar pîrozin û hemû kiryarên wan rastin” derketiye.

Lewma jî, gelek ji desthilatdarên ol û dewletên Mezopotamiya yên kevn û dagirkerên Kurdistanê (tevî şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, cerdevan, jendirme û berpirsiyarên baylozxanên dewletên hevalbendên xwe) bi fetwa û kampanyayên xwe endamên Ezdahîtiyê, mîna eşqiya, diz, hov, haydut û hwd. dane xwanêkirin.

Xêrnexwazên Kurdistanê û Êzdiyatiyê ji bo armancên kesayetî û desthilatdariya xwe yên qirêj, gelek êrîş anîne ser Êzdiyan, bi sed hezaran Êzdiyên bê sûc û gune bi darê zorê qulibandine ser dînê xwe, qirkirine, tevaya mal û milkên Êzdiyan li ser navên xwe tapû kirine. Bi hemda xwe ne hîştine ku, tu berhemên li ser Kurdîtiya Êzdiyan, Kurdistaniyan, zilma ku li dapîr û kalikên me kirine di nav arşîva desthilatdariya wan de bêne xwanêkirin û parastin.

Lewma dibêjim, divê em Êzdî-Kurd baş fêhmbikin, şahdê dîrokê ne tenê ew dokumentên ku, ji alî û li goriya desthilatdarên dewletên dagirker û kevneperestên kurdên Êzdî, Zerdeştî, Mazdakî, Cuhu, Xaçparêz, Bisilman, Elewî û hwd. ve hatine nivîsandin in……..

Lê mixabin, hêjî gelek ji me Kurdan ji van çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdîstanê  li ser dîroka netewa Kurd û bi taybetî jî yên li ser Êzdiyatiyê bi hemd şaşîtî nivîsandine bawer dikin.

Bi dîtina min, gava piraniya van* „Kurdên ku hişmendiya neteweyî girtine û Kurdayetiyê bingeha her tiştî dibînin“, bi rastî girîngî bidana bikarneyîna vê „peyva neqenc, ya ku gelek ji me Êzdiyan hêjî nabêjin û naxwazin li cem wan anjî di medyayên ragihandinê de bêye bikaranîn, wê gelek Kurdan dujminantiya Êzdiyan nekirina, îro gelek ji Êzdiyan jî negotina, „ziman û qewmîyeta me ji yên Kurdî cûdene. Wê ev  nerastî, nenasîn û paşwerutiya di nava gelê Kurdistanê de belabûne , ne bûne sedem ku, pêkhatiyên Kurdistanê hêjî ji hevûdinê dûrbikevin…….

Jixwe hevalên ku min nasdikin ew dizanin, min ji zûve sond xwariye û gotiye,  gava Kurdên ala rengîn bilind dike jî, bi „nifira* ku mafê serxwebûna ola min û zadiya Kurdîtiya min înkar dike“ kar bike, ez wî/wê  ji hevaltiya xwe a „facbk.“ê derdixînim!

Belê lîsta navên Kurdperwerên ku, serxwebûna ola min û azadiya Kurdîtiya min înkarkirine û  min ew ji hevaltiya xwe derxistine gelekî dirêje …

Min hingê  daxwazî, xembarî, nêrîn, pirs û persivnmên xwe yên  li ser  bingeha şaş anjî rast nîşandana pirsgirêka gotina neqenc, bi gelek  nivîskar, rewşenbîr û lêkolînvanên me ra  parvekirin .

Ji xeynî gelek sedemên ku min di rûp.: 8- 22 yê vê pirtûkê de pêşkêşkirine, hinek ji mînak, xembarî û nêrînên min bi wan rêzdaran ra parvekirine û li gorî ku di zargotina me de hatiye /têye gotin  ev bûn:

“pêşiyên me,

ji ber Êzdîtiya xwe û tirsa ku dengê vê gotina neqenc nebihîzin, ew nediçûne nava gelek mal, gund û bajêran û pêdiviyên xwe yen ferz jî temîn nedikirin.

Ji ber tirsa ku Kurdên bisilmanên nezan û olperestê bi zarokên wan nekufirin û zarokên wan ji dînê wan derxînen, ne dihîştin ku zarokên wan herine dibistana, nava gund û bajaran.

Keç û jinên xwe bi tenê ne dişandine tu deveran.

Dema carekê ewan zanîbûna ewê ji bona gelek ferz û pir pêdivyan herine daîrenfermî, berhemekî xwe bibirina firotanê, hinek pêdiviyên malê lazimbuna  û hwd. divabûn ser, rû û libasên xwe weke yên Kurdên bisilman bidine xwanê.

Di ser vê de jî, hinga hinek bisilmanên nezan û temênê wan mezin Êzdî nasdikirin, bi dengekî bilind ev gotina ji bo ezdiyan niyeta xirab dide xwanê diqîriyan.

Heta gelek caran bisilmanên fanatîk-nezan zarokê soqaqa bertîl dikirin û di gotine zarokan, “herin di guhên vanên han de vê gotina neqenc(navê mêrik) bibêjin. Êzdiyan bireva rev xwe ji nava wan olperest û nezanên bisilmanên xilasdikirin.

û hwd.

 

Her weha gelek spas ji bo wan camêr û xanimên ku agahî, buyer, nimûnen serpêhatîyên kesayetiya xwe, yên li ser neheqî û zordestiyên ji ber dînhebandin û bikaranîna wê peyva ku bi tîpa -ş- destpêdike bi serê wan ve derbasbune, yek bi yek ji min ra gotin/şandin. Mixabin, ez ji ber tengasiya wext nikarim tevaya nav û parvekirinên wan hêjayan li virê pêşkêşbikim. Min ew tev jî di rûpelê 23-132 yên vê pirtûkê  de weşandine.

 

Ez hêvîdar im ku, ev xizmeta min kirî bive ronayiyek, têkeve dilên rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî, „Înstîtut“, „Orientalistik“, „Akademî“ û hemû rêxistinên Kurdî , Mîr û Civata rûhanîya Êzidiyan. Ew jî nehêlin êdî, ti Êzdî, pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkolînvan, ramanvan, dîroknivîsar, oldar û desthilatdarên cîhanê û welatê me, di gotar, nêrîn, lêkolîn, arkolojîk, roman, dîrok, berhem, ragihandin û hwd. xwe de, vê gotina xebera xirabe-neqenc ku bi (Şe………..) destpêdike, di nav axaftin, dezgeh, çapemenî, sazî, ragihandin, rêxistin, mal û komelên xwe de bikarbikin. 

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê zargotin û kevneşopên Êzdîtiyê 03.09.2022

*Çavkanî:

* 1- https://www.facebook.com/carpelmedya/videos/411001827598381

https://www.youtube.com/watch?v=QAKtheMDy-g

*2- https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid05HF34rQBTy6aRyKKqvDpqd3DZiogNxDfc1KUSHduQsAVHtmUyeRjCFFKGsaVg7z1l

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Elmanya …Keçek Kurd dibe kanîd jibo posta prêzgariya devera Lichtenberg ser bi Berlîn ve

Lalish Duhok

Bingehê Laliş damezrandina êketîya qutabyên Kurdistanê pîrozdike

Lalish Duhok

Ragehandina Bingehê Laliş pişkdarî kombûneka kompanya (Meta) kir

Lalish Duhok