شبكة لالش الاعلامية

Şingal: Pêşmerge êrîşa herî berfireh ya Daişê paşvebir

Şingal: Pêşmerge êrîşa herî berfireh ya Daişê paşvebir

Çavkanî :Waar Media

Hêzên pêşmerge, êrîşeka berfireh a Daişê, her ji alîyê rojhelat heta rojavayê Şingalê paşve bir, fermandeyekê pêşmerge jî dibêje, bi dehan termên terorîstan li bereyên şerî mane.

Miqedim Xalid Hemzo cîgirê betelyona taybet bo War ragehand; îro saet pêncê serê sibê, terorîstên Daişê êrîşeka berfireh bi rêya peyade û trumbêlên mînrêj kirî, bi dirêjahîya rojhelata Şingalê heta rojavayê wî bajarî kire ser sengerên pêşmerge, lê pêşmergeyên hêza piştevanîya yek û leşkerê du yê taybet û fermandeyên Duhok û Şingal, li hemû bereyan lê hatine dest û frokeyên hevpeymanan jî bi berdewamî agirbarana terorîstan dikir.

Got jî: piştî du saetên şerekê giran, êrîşên terorîstan bê çi zîyanên jîyanî li hemû bereyan hatine jinav birin û sê trumbêlên mînrij kirî û barhilgirên terorîstan bi çekên giran û bombebarnên hevpeymanan, hatine jinav birin û bi dehan termên terorîstan li bereyên şerî mane û birîndarên xwe jî bo Blêc û Beac rewane kirine û bi tenê li gundên Konrîfî û Rambosyê, zêdetir 20 termên terorîstan li meydana şerî mane û li bereyên din jî, Daişê çar pîkapên tije term ji meydana şerî birine.

Da zanîn jî ku piştî operasyona Mûsilê destpêkirî û Daişê şikestin anîye, dest bi komkirina çekdaran kir û li gundên derdora Mûsilê, her kesekê jîyê wî di ser 15 salîyê da, bo vê êrîşê komkiribûn û merem jê têkdana bereyên şerî û nîşandana hêza xwe bûn, lê herzû plana wan sernegir û hatine şikandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî ji bo gihandina sersaxî û hevxemiya xwe serdana Konsulxaneya Kuweytê kir

Lalish Duhok

nivîsîngeha laliş li Dihokê‌ simînarek li dor hevjînya pêşwext encam da

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî cejna Çarşema Serêsala Êzidiyan pîroz dike

Lalish Duhok