شبكة لالش الاعلامية

Sedî 75ê dengên helbijartina parlamentoya Kurdistanê aşkera bû!

Sedî 75ê dengên helbijartina parlamentoya Kurdistanê aşkera bû!

BasNews – Encamên piraniya dengên helbijartina parlamentoya Kurdistanê aşkera bû û PDKê piraniya dengan bidest xistiye.

Li gor zanyariyên bidest ketin heta naha sedî 75ê dengên helbijartina giştî ya dema pêncem a parlamentoya Kurdistanê hatine cuda kirin.

Duh 30.09.2018ê helbijartina dema pêncem a parlamentoya Kurdistanê pêkhat û li gor zanyariyên bidest ketin PDKê piraniya deng bidest xistine, Eniya Islah ango Reform jî di asta herî kêm de deng bidest xistine.

Rêjeya dengên partiya li gor sedî 75ê dengên ku hatine cuda kirin waha ye:

– PDK: Sedî 43 deng bidest xistine

– YNK: edî 20.1ê dengan bidest xistiye

– Tevgera Gorran: Sedî 12.8ê dengan bidest xistiye

– Nifşê Nû: Sedî 8.5ê dengan bidest xistiye.

– Komela Îslamiya Kurdistanê: Sedî 7.2yê dengan bidest xistiye

– Eniya Islah (Reform): Sedî 5.8ê dengan bidest xistiye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîr Mihemed Salih Bedirxan (1915 – 1874) û rojnameya Ummîd û Yekbûn

Lalish Duhok

Mîrê Êzidiyan şewtandina Qurana pîroz li Swêdê şermizar dike

Lalish Duhok

Serok Barzanî soz da jinên Kurdên Êzidî: Ya ku pêwîst be em dê bikin

Lalish Duhok