شبكة لالش الاعلامية

Parlamentoya Kurdistanê roja sêşembiyê dicive

Parlamentoya Kurdistanê roja sêşembiyê dicive

Hewlêr (Rûdaw) Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê berbijêrên serkevtî yên xûla pêncan a parlamentoya Kurdistanê agahdar kirine ku roja Sêşembiyê 6ê vê mehê di civîna yekem a parlementoyê de amade bin.

Li gorî nivîseke Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê ku îmzeya Serokê Civata Dadwerî Bengîn Qasim li ser e, berbijêrên serkevtî yên hilbijartinên xûla pêncem a parlamentoya Kurdistanê, wate parlamenterên xûla nû ji rûniştina yekem a parlamentoyê re hatine vexwendin.

Di wê nivîsê de hatiye, ku yekemîn civîna parlementoya Kurdistanê dê demjimêr 12:00ê roja Sêşemiyê birêve biçe.

Di derbarê rûniştina yekem û beşdarbûna aliyên siyasî di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de jî, berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre jî ji Rûdawê re diyar kir, ku ew weke YNK li dijî beşdarbûna ti aliyekê nînin û vetoyê jî li hemberî ti aliyan bikar nahînin.

Seidî Pîre got jî, di demeke nêzîk de dê parlamentoya Kurdistanê bicive û wê demê dê gelek tişt zelal bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rawesteka herî mezin a berhemanîna elektrîkê bi wuzeya rojê datîne

Lalish Duhok

Li Colemêrgê rêya 49 gundan hat girtin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş tayê Şingal haydarî rewşa xêzanên kêm deramet dibe

Lalish Duhok