شبكة لالش الاعلامية

Projeyaseyek derbarê qerebûya kurdên êzdî tê pêşkêş kirin

Projeyaseyek derbarê qerebûya kurdên êzdî tê pêşkêş kirin

BasNews- Duhê pêncşemê 11/7/2019, Perlemantoya Kurdistanê projeyaseyek derbarê êzdiyan da amade kir bo hikûmeta Bexdayê qerebûya kurdên êzdî bike.

Berdevkê Frakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, naveroka pêşnyazyasaya derbarê êzdiyan da aşkere kir û da zanîn ku ew pêşniyazyasaya hemû fraksiyonên parlementoyê ne.

Hewramanî derbarê pêşnyazyasayê da wiha axivî: “Madeyek ji wê yasayê ew e ku her roja 3ya Tebaxê weke roja komelkujiya kurdên êzdî bihê naskirin.”

Herwiha di yasayê da pêşniyaz hatiye kirin ku Bexda kurdên êzdî ji ber komelkujiya rêxistina terorîst a DAIŞê bihêne qerebûkirin.

Herwiha di pêşniyazyasayê da hatiye zanîn ku şehîdên tevkujiya DAIŞê û malbatên û kesên heta niha aqûbeta wan nayên zanîn ji aliyê Wezareta Şehîd û Enfalê va bihêne tomarkirin û ji xizm û malbatên wan ji mafên şehîd û enfalkiriyan bihêne sûdmendkirin.

Ligor peyrewên parlementoyê her projeyasayek pêwîstî bi sê civînên perlemento heye bo bihê pesendkirin. Biryar wiha ye heta roja 03/08/2019an ev projeyasa ya derbarê kurdên êzdî da ji aliyê Parlementoya Kurdistanê bihê pesendkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Flîp Xoslan” ji Balyozxana Ferensa li Iraqê‌ seredana bingehê‌ laliş kir û digel berêz”Şêx Şamo” civya”

Lalish Duhok

5 kîlo zêr bi bûkê û 5 milyon TL jî bi zava ve kirin

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş li Dêrebûnê xoleka kewafêryê bo afretan vekir

Lalish Duhok