شبكة لالش الاعلامية

Macron serdana Hewlêrê dike û ligel Serok Barzanî dicive

Macron serdana Hewlêrê dike û ligel Serok Barzanî dicive

Hewlêr (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja yekşema bê, serdana Herêma Kurdistanê dike û li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dê were pêşwazîkirin û ligel Serok Mesûd Barzanî bicive û rêz li wêrekiya Pêşmerge bigre.

Emmanuel Macron dawiya vê hefteyê bi mebesta beşdarîkirina civîna Lûtkeya Bexdayê, ku dê ji bo piştevaniya seqamgîriya Iraqê û navçeyê birêve biçe, serdana Bexdayê bike.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana Bexdayê, dê roja yekşemê bigihîje Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û dê ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve were pêşwazîkirin û ligel Serok Mesûd Barzanî bicive.

Piştî hevdîtin û civînên ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê, biryar e Macron serdana Mûsilê jî bike.

Emmanuel Macron yekem serokê welatekî derveyî navçeyê ye ku beşdarî Lûtkeya Bexdayê dibe.

Herwiha Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî, Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Şahê Erebistana Siûdî dê beşdarî Lûtkeya Bexdayê bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Koçberên Şingalê: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir li me xwedî derdikeve

Lalish Duhok

Sazeyeka europî seredana bingehê‌ laliş li Duhokê‌ kir

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di navçeyê de wekî fakterekî aramiyê dimîne

Lalish Duhok