شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

BasNews– Îro roja şemiyê 04.07.2020an Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta koça dawî ya Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Şêx Nehro Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya bavê we yê birêz Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî Serokê Terîqeta Qadirî Kesnezanî li cîhanê gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û hemû dost û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî Şêx Mihemed bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Îsal li Şingalê Cejna Çilê Havînê nehat kirin

Lalish Duhok

“Elî Atlan” seredana bingehê‌ laliş kir û rewşa noke ya êzidyan di gel berêz”Şêx Şamo”gengeşekir

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Rojiyên êzî pîroz kir

Lalish Duhok