شبكة لالش الاعلامية

Kurdên Êzidî li 95 gundên Rojavayê Kurdistanê niştecî ne

Kurdên Êzidî li 95 gundên Rojavayê Kurdistanê niştecî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Bêhtir ji hezar sal e, Kurdên Êzidî li wê navçeyê dijîn, ku niha jê re tê gotin, Rojavayê Kurdistanê, lê gelek caran rûbirûyî çewisandin û komkujiyan bûne.

Kurdên Êzidî bi giştî li 95 gundên Rojavayê Kurdistanê niştecî ne ku 33 gund ji wan li herêma Efrînê, 24 gund li sînorê Hesekê, 18 li Serê Kaniyê, 12 li Amûdê û 8 gund jî li sînorê Tirbespiyê ne.

Piştî ku Rojavayê Kurdistanê, sala 2012an û salên piştre, kete destê hêzên Kurdî, rewşa Kurdên Êzidî jî baştir bû, ji ber ku êdî tirsa wan nema ji aliyê grûpên Islamî yên tundrew ve ku wan bikine armanc.

Ji wê jî bêhtir, Rêvebeirya Xweser weke oleke azad dan bi ola Êzidî daye û li ser wê bingehê jî, Kurdên Êzidî bi azadî çalakî û rêûresmên xwe encam didin. Di heman demê de, Wezareta Kerûbarên Olî, li Rêvebeirya Xweser heye û Kurdên Êzidî, Kirîstyan û Elewî jî, nûnrên wan di wê wezaretê de hene.

Piştre gelek komeleyên Kurdên Êzidî di salên bûrî de, hatine damezrandin.

Kurdên Êzidî, li tevaya Rojavayê Kurdistanê ji gefan parastî bûn, heta wê dema ku di salên 2018 û 2019an de, Artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî wê, ji opozisyona Sûriyê êrîşî ser Herêma Efrînê û navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê, kir.

Niha 51 gundên Êzdiyan li jêr destê Artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî wê ne, li Rojavayê Kurdistanê, hejmareke gelek ji Kurdên Êzidî ji wan gundan, di dema operasyonan de, bûne koçber û ew ên ku mane jî, êdî bi azadane nikarin çalakiyên xwe encam bidin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi sedan derwêş bi şûr û xenceran ji Îranê ve derbasî Başûrê Kurdistanê bûn

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Em rijd in li ser xebata bidawîanîna tundiya li hember jinan

Lalish Duhok