شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê 2 kes bi Koronayê mirin

Li Şingalê 2 kes bi Koronayê mirin

BasNews – Li devera Şingalê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Rêveberiya tendirustiya Mûsilê ragihand, li komelgeha Zorava ya Şingalê, 2 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, ewên canê xwe ji dest dane, mêrekî 45 salî û jineke 42 salî ne.

Tendirustiya Mûsilê her wiha diyar kir, berî çend rojan rewşa tendirustiya wan her du kesan ji ber pêketina bi vîrûsa Koronayê têk çûbû û ji bo nexweşxaneya Mûsilê hatibûn veguhastin.

Ji aliyê xwe ve, jêderekî ji Tendirustiya Şingalê ku nexwast navê wî were aşkerekirin ji K24ê re got, heta niha 8 pêketiyên Koronayê li Şingalê hatine tomarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Bingeha Laleş Birêz Khalat Shex Morad: Ewên ku Ezdîyan ji Kurd û Kurdistane dûr dixin, dixwazin Êzidî dê zeîf bin

Lalish Duhok

Qasim Şeşo radigehîne : Kurdên Êzdî ji bilî alaya Kurdistanê ti alayek din qebûl nakin.

Lalish Duhok

Heyder Omer :qîretiya Mamend Axa!

Lalish Duhok