شبكة لالش الاعلامية

Musa Aydin: Gelo we zanîbû berî 4000 salan Şingal Şahîtîkî bi serê xwe bû??

Musa Aydin: Gelo we zanîbû berî 4000 salan Şingal Şahîtîkî bi serê xwe bû??
Gelo we zanîbû berî 4000 salan Şingal Şahîtîkî bi serê xwe bû, navê Şingalê Kurda û Sinjar bû û Hamûrabî ji Şingalê bû û bibû Şahê Şingalê ?
Şahîtî, Mîrtî, împaratorî bi navê kesayetiyan û bi navê hereman ava dibûn. Lê cara ewil berî 4000 salan li herema sinjarê bi navê milet Şahîtîkî bi serê xwe ava bibû û jê re digotin Kurda.
Lê di heman demê de ji miletê kurda gelek Şahîtî yên dinan jî hebûn. Car bicar bi hev re şer dikirin, car caran jî hinekan bi hinekan re yekîtî çêdikirin û mezin dibûn.
Lê Şahîtî ya Kurda, Sînjarê bi Amorîtan re têkiliyên wan baş bû. Gava ku di navbera Amorît û Eleman de şer çêdibe, wî demê Şahê Kurda Bunû Eştar û Hadnû Rabî ne. Gava ku berî Zayînê 1772 an de Bunû Eştar dimire, Hammû Rabî dibe Şahê Şingalê, Kurda.
Elam gava Amoritan xirab dikin Hamû Rabî dibe Şahê temamê Babîloniyan. “vaya him di tabletên Mari – Amorîtan de him jî ji têza Doxtorayê yê M.Vollemaere Benjamin de tê dîtin.
07.09.2020 Musa Aydin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Seîd Cirdo:Grûpên çekdar rêgir in li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê

Lalish Duhok

Çîroka jina 103 salî ku ji Coronayê rizgar bû

Lalish Duhok

Keçeke kurd a êzîdî ji bo namzediya ‘Şahciwana Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê’ namzet e.

Lalish Duhok