شبكة لالش الاعلامية

Barzanî û Nuceyfî behsa rizgarkirina Mûsilê kirin

Barzanî û Nuceyfî behsa rizgarkirina Mûsilê kirin

Malpera Fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê raghandiye ku, îro 16 Tebaxê li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Kutleya Mutehîdûn a parlemana Iraqê Ûsama Nuceyfî kir.

Di civînê de Serokê Kutleya Mutehîdûn Ûsama Nûceyfî pîrozbahiya Serok Barzanî li ser serkeftinên vê dawiyê yên Hêzên PêşmergeyênKurdsitanê kir, pêzanîn xwe ji derbarê rol û qurbaniyên Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de hebûn.

Di heman civînê de behsa piroseya siyasî li Iraq, dawî pêşhateyên siyasî li Iraq û navçeyê, herwiha behsa rewşa bereyên şer lidijî terorîstan li parêzgeha Nînowa û bereyên şer li Iraqê hate kirin.

Di beşekî din de, bîr û nerînên derbarê amadekirina jibo şerê rizgarkieina Mûsilê, tehdiyat û rehendên siyasî û mirovî yên vê operasyonê alogor kirin,herwiha tekezî li ser girîngiya pêkhatina rêkeftinek siyasî di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Mûsilê berî rizgarkirina Mûsilê jibo parastina pêkvejiyanê dinavbera hemû pêkhatiyan de.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Lalish Duhok

Hêza parastina Şingalê hat ragihandin

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî şeş milyar dînar ji bo dirustkirina 348 polên xwendinê terxan kir

Lalish Duhok