شبكة لالش الاعلامية

Qadir Qaçax: PKK bi piştevaniya Heşdî Şabî li Şingalê maye

Qadir Qaçax: PKK bi piştevaniya Heşdî Şabî li Şingalê maye

BasNews– Herçend dema artêşa Iraqê dabû PKKê ji di çarçoveya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê ji Şingal û dorûbera wê derkeve temam bûbe jî PKK li Şingalê ye û ji bajêr û dorûbera wê dernakeve.

Berpirsê Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê Qadir Qaçax, ji BasNewsê re axivî û da zanîn PKK bi piştevaniya Heşdî Şabî li Şingalê ye. Herwiha Qadir Qaçax dibêje PKK di çarçoveya rêkeftina Bexda- Hewlêrê de ji Şingalê derkeve ji %80ê xelkê penaber ê Şingalê ku niha li Herêma Kurdistanê ne wê vegerin ser mal û halên xwe.

Herwiha Qadir qaçax,  dibêje PKKê çekên Heşdî Şabî wergirtine û meaş ji Heşdî Şabî wergirtine û bi çekên Heşdî Şabî arîşeyan ji bo Herêma Kurdistanê saz dike.  Roja 09-10-2020ê Hewlêr û Bexda li ser rewşa asayîkirina Şingalê lihevdû kiribûn û xalên rêkeftina Şingalê wiha ne:

1- Babeta Îdarî:

a- Dê qeymeqamekî nû ji bo Şengalê bê hibijartin.

b- Piştî destnîşankirina qeymeqamê nû, komîteya hevbeş tê pêkanîn, ji bo pêdaçûnê di pêgehên îdar yên din de bike.

2- Babeta Ewlehiyê:

a- Polîsa Nevxweyî û dezgehên Asayişa Niştimanî û Hewalgirî bi berpirsatiya parastinê di nava qezayê de radibin û hemû grûpên çekdar ên din ji bo derveyî qezaya Şingalê tên derxistin.

b- Bihêzkirina ewlehiya wê qezayê, bi rêya tayînkirina 2.500 kes di nava Hêzên Ewlehiya Nevxweyî li Şingalê de.

c- Bidawîkirina hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê û li navçeyên derdora wê. Herwiha nabe ti rola grûpên ser bi wê jî li wê herêmê hebe.

3- Babeta Avadankirinê:

Komîteyeke hevbeş ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevrêziya ligel îdareya xwecihî li parêzgeha Neynewayê ji bo dubare avedankirina Şingalê tê avakirin.

4- Ji bo şopandina xalên di Babeta Îdarî û Ewlehiyê de hatine, komîteyeke meydanî ya hevbeş ji aliyên pêwendîdarên her du aliyan tê avakirin, ji bo çavdêriya cibicîkirina xalên rêkeftinê bikin

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Iraqê pesnê hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lihevkirinê da

Lalish Duhok

Rêberê Misilmanên Selefî li Kurdistanê hat girtin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî daxwazek ji Parlamentoya Almanyayê kir

Lalish Duhok