Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê tê sazkirin
Ria Taza
Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ji 21 ta 25 Tîrmehê birêve biçe.
Wezareta Kultirê ya Rûsyayê lîsteya festîvalên fîlman ên navneteweyî ji bo sala 2021 pesend kiriye û tê de Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê (Moskow Kurdish Fîlm Festival) jî cih digre.
Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ji aliya Berfîn Design Groupê ve tê rêkxistin.
Seroka Berfîn Design Groupê Gulîzer Gerdenzerî ji Rûdawê re ragihand, ku Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê hêj di sala 2020ê de ketibû lîsteya festîvalên navneteweyî ya Wezareta Kulturê ya Rûsyayê wiha pê de çû, lê par ji ber Pandemiyê festîval nehat encamdan.
Gulîzer Gerdenzerî da zanîn ku wê biryar daye ku îsal dubare serî li wezaretê bide û daxwaznameya wan îsal jî hatiye pesendkirin û got: “Îsal pênc roj dem dane ji bo pêşandana fîlmên kurdî. Festîval dê ji 21 ta 25 Tîrmehê birêve biçe.”
Berpirsa Bernameya Festîvala Moskowê Zînê jî da zanîn, fîlmên ku beşdariya festîvalê bikin, dê ji nava 90 fîlman bêne bijartin, ku ji her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û Rûsyayê hatine şandin.
Zînê herwiha eşkere kir ku di festîvalê de dê fîlmên sînema, kurtefîlm û belgefîlmên derhênerên kurd bêne nîşandan.
Post Views: 141
تُتاح هذه الصورة أيضا في:
Kurdî