شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya alîkariyên Japonyayê kir  

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya alîkariyên Japonyayê kir  

BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 20ê Nîsana 2021ê pêşwazî li berpirsê nû yê ofîsa konsulgeriya Japonyayê yê li Hewlêrê Nikihiro Arakawa kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li berpirsê ofîsa konsulgeriya Japonyayê kir û hêvî xwest ku di erkê xwe de serkeftî bibe û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonyayê, di hemû waran de pêş bikeve.

Di civînê de, ku Rêveberê Ofîsa Ajansa Alîkariya Navdewletî ya Cayka ya Japonyayê yê li Iraqê Toyama Key jî beşdar bû, li ser kar û projeyên ajansa Cayka yên li Herêma Kurdistanê û pêşvebirina hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya alîkariyên welatê Japonyayê û bi taybetî ajansa Cayka kir ku bûye demeke dirêj bi rêya encamdana projeyên xwe, xizmeta Herêma Kurdistanê dike, herwiha amadebûna Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşwazîkirina li veberhênerên Japonyayê jî car din anî ziman.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li parêzgeha Duhokê 500 çadirên mezin ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê re hatin şandin

Lalish Duhok

Barzanî: Bi ti awayî em dest ji giştpirsî û serxwebûnê bernadin

Lalish Duhok

3 sal di ser koça dawiyê ya Parêzgarê berê yê Hewlêrê Firset Sofî re derbas dibin

Lalish Duhok