شبكة لالش الاعلامية

Jinekê tenê du mehan piştî zewacê xwe xeniqand

Jinekê tenê du mehan piştî zewacê xwe xeniqand

Hewlêr (Rûdaw) Li parêzgeha Duhokê, roja Duşemê 19ê Nîsanê jineke 19 salî ya bi navê Necwa Îslamîl tenê du mehan piştî zewacê xwe xeniqand. Malbat û kesûkarên wê ji Rûdawê re gotin, ew heya niha sedema xwexeniqandina Necwayê nizanin, ji ber ku ti pirsgirêkeke wê tunebûye.

Li gor agahiyan, Necwa Îslamî beriya du mehan bi Xalid Kirêt re zewicîbû.

Xalid Kirêt hevjînê wê jinê ku ji ber xirabiya rewşa xwe ya derûnî ya piştî bûyerê nekarî li pêşiya kamêrayê biaxive, ji Rûdawê re got, şeva beriya qewimîna bûyerê, ew herdu bi hev re keyfxweş bûne, lê danê sibê dema ku ji xew rabûye, dîtiye ku “bûk çûye odeya din û dawî li jiyana xwe aniye.”

Kirêt Elî bavê zava dibêje, ku ew şok bûye ji ber ku têkiliya wî li gel bûkê gelek baş bûye û wê jî ew weke bavê xwe didît û niha jî vî nûçeyê, şayî û keyfxweşî li me heram kiriye.

Horî Simo, xesûya Necwayê jî dibêje: “Demjimêr 20:30 bû û raketibû, dilê min nehat gazî wê bikim. Bi dilê xwe rabû û min jî xwarin amade kiribû û min jê re got divê tu her bixuy, wî jî xwarin xwar û me hinek giya jî li nav baxçeyê jê kir, paşê nizanim çû hewşê yan na, heya kurê min got wê xwe xeniqandiye.”

Mala bavê Necwayê li Şingalê ye û sedema xwxewaniqandina keçê nizanin û herî dawî jî ku pê re axivêne, jê re gotiye ku dilê wê xweş e.

Îsmaîl Omer, bavê Necwayê jî dibêje: “Ti kêşeyeke Necwayê li gel wê malê nebû. Eger pirsgirêkên wan hebana, wê demê min dê keça xwe anîba mala xwe.”

Di bûyereke din de, duh jineke 19 salî ya bi navê Kîjan Qadir li gundê Jaleya Jor a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve di mal de xwe xeniqandibû.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê, Serkewt Ehmed derbarê bûyerê de ji Rûdawê re gotiye: “Dema heşt mehan bû ku zewicî bûye, xwexeniqandina wê jî ji ber pirsgirêkek civakî bûye û bi gotina xizmên wê jinê, wê ji dest hevjînê xwe xwe xeniqandiye.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş beşdarî di korbendê Aşitî û asaîşa rojhelata navîn li Duhokê da kir.

Lalish Duhok

Barzanî û şandeke dîplomatîk û leşkerî ya Amerîkayê civiyan

Lalish Duhok

Kodetaya Tirkîyê bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 1.5 bilind kir

Lalish Duhok