شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê di navbera artêşa Iraqê û PKKê de şer û alozî derket

Li Şingalê di navbera artêşa Iraqê û PKKê de şer û alozî derket

BasNews – Li devera Şingalê di navbera hêzên Iraqî û PKKê de şer û alozî derket. Qaymeqamê Şingalê jî dibêje, du roj mohlet dane PKKê ji wir derkeve.

Îro danê sibê dema hêzên Iraqî dixwastin derbasî başûrê çiyayê Şingalê bibin, ji aliyê hêzên PKKê ve hatine sekinandin ji ber wê jî di navbera wan de şer û alozî derket.

Hêzên Iraqî dixwastin derbasî gundên Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir bibin lê hêzên PKKê nehîştin.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, ew mohleta ku artêşa Iraqê dabû PKKê, xilas bûye, loma hêzên Iraqî derbasî wê deverê bûne. PKKê jî pêşiya wan girtiye ji ber wê jî alozî derketiye. Em nizanin ziyanên wan çend in.

Mehma Xelîl her wiha got, artêşa Iraqê du rojên din mohlet daye PKKê da ku ji wir derkevin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî: Ne hevgirtin û ne cûdabûn bi zorê çênabe

Lalish Duhok

Şêx Şamo: çekdarkirina wê partiyê li Şingalê ji aliyê PKKê hatî çê kirin cihê metirsiyê

Lalish Duhok

Bi wêne … Bingehê laliş pişkdarî di fîstevalekê de di ke

Lalish Duhok